Beledîyeya Bismilê ya Amedê daxwaza PAKê ya ji bo darve kirina pankartên ji bo bijartina dersa kurdî red kir

.

Vê carê Beledîyeya Bismilê ya navçeya Amedê daxwaza PAKê ya ji bo darve kirina pankartên ji bo bijartina dersa kurdî red kir.

Partîya Azadiya Kurdistanê (PAK) ji roja destpêkê ve bo ku bala malbatên Kurd bikşîne ser dersa Kurdî ya bijarte xebatan dimeşîne. 

PAKê li gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê hem bi belavkirina broşuran hem jî  bi darve kirina pankartan , afîşên bîlbordan û zîyaretkirina sazîyên sivîl, ragihandinê û partîyan xwest balê bikşîne ser zimanê Kurdî.

Lê mixabin çend bajarên Bakûrê Kurdistanê yên wek, Mêrdîn û Batmanê bi awayekî keyfî xebatên PAKê ji aliyê sazîyên dewletê ve hatin astengkirin.

Herî dawî, Beledîyeya Bismilê ya navçeya Amedê daxwaza PAKê ya ji bo darve kirina pankartên ji bo bijartina dersa kurdî red kir.

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn