BENDAVA TIŞRÎNÊ: ‘Em dê wekî Kobaniyê berxwedan û serkeftina xwe dubare bikin’

.

Li Bendava Tişrînê şer pevçûnên giran di navbera HSD û komên çekdar ên nêzikî Tirkiyeyê de rû didin.

Piştî 47 rojan ji êrişan, çekdarên nêzikî Tirkiyeyê nikarîne Bendava Tişrînê kontrol bikin.

Şer û pevçûn di navbera hêzên HSD û çekdarên Artêşa Niştimanî ku Tirkiy piştevaniya wan dike li gundên rojavayê Bendava Tişrînê berdewam in.

Hevdem balafirên Şer ên Tirkiyeyê ji bo piştgiriya çekdarên êrişker, herêmên di bin kontrola HSDyê de bombebaran dikin.

Artêşa Niştimanî, hêz, çek, tank û zirxpoşên zêde dişîne eniyên şer.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, hêzên Tirkiyeyê erebeyên leşkerî yên bipêşketî radestî çekdarên Artêşa Niştimanî dike da ku rewşa leşkerî li navçeyê biguhêrin.

Ji aliyê xwe ve, şervanên HSDyê tekez dikin ku ew dê di rêgiriya li êrişan berdewam bin

"Wekî li Kobaniyê em dê berxwedan û serkeftina xwe dubare bikin"

Şervana YPJyê Amargî Kobaniyê li ser şerê li Bendava Tişrînê wiha axivî:

"Wekî şervaneke HSDyê, wekî şervaneke YPJyê em vî sozê didin ku ev berxwedan dê careke din xwe dubare bike û dê encamên wê serkeftin be.

Em ji miletê xwe yê Kobaniyê re dibêjin di vî alî de dilê we rihet be.

Em wekî şervanên YPJyê çawa di berxwedana Kobaniyê de rola xwe leyîstin û mohra xwe li dîrokê da, em dîsa jî dibêjin em dê berxwedana xwe careke din dubare bikin û bi wî ruhê serkeftinê bi ser dijmin de biçin."

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê:

- Ji destpêka derketina şerê Artêşa Niştimanî û HSDyê ve 515 kes bûne qurbanî.

- 385 çekdarên Artêşa Niştimanî hatine kuştin

- 77 şervanên HSD canê xwe ji dest daye.

- 53 sivîlan canê xwe ji dest daye ku 7 ji wan jin in 4 jî zarok in.

Piştî 47 rojan ji êrişên Artêşa Niştimanî û piştgiriya asmanî ya Tirkiyeyê, çekdarên wê nikarîne Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê kontrol bikin.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmerge: Heta Adarê hêzên 70 û 80 yên Pêşmerge dibin yek
Bereya Kurdistanî: Ragihandina Seroktiya Ehmed Şera neqanûnî û nedestûrî ye
Şirketeke çînî li Xaneqînê li petrolê dikole
OHD: Di xwepêşandanên qeyûman de 102 kes hatine girtin
Heyeteke PDK-Tyê Li Amedê Seredana PWKyê Kir