Ber bi hilbijartinê ve...7 HDPyî hatin desteserkirin

Li Stenbolê di serdergirtina malan de parlementera berê Asiye Kolçak jî di nav de herî kêm 7 endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin desteserkirin.

Polîsên Stenbolê îro danê sibeh li gelek navçeyên Stenbolê bi ser malên rêveber û endamên HDPê de girtin. Di encama serdegirtina malan de parlementera berê ya Bursayê Asiye Kolçak jî di nav de herî kêm 7 kes hatin desteserkirin.

Hat diyarkirin ku kesên hatine desteserkirin birine Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê ya Vatanê û sedema desteserkirina ne diyar e.

Navê hin kesên ku hatine desteserkirin wiha ne: Asiye Kolçak, Fatma Kaya, Canşah Çelik, Zeynep Çalihan, Ayten Ay, Zübeyde Akdag û Diyar Ozgen.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin