Berdevika Qesira Sipî Kayleigh McEnany jî bi Korona Ket

Berdevika Qesira Sipî Kayleigh McEnany jî bi Korona Ket

Berdevika Qesira Sipî Kayleigh McEnany îro Duşemê ragihand ku testa wê ya COVID-19 pozîtîv derket.

McEnany got ku ewê dest bi karantînkirina xwe bike û ti agahîya wê tunebû ku Hope Hockins bi korona ketiye.

“Heta ku ez roja Pêncşemê preskonferansa rojana li Qesira Sipî li dar bixim, ti agahîya min ya ser rewşa Hope Hicks tunebû,” McEnany got.

Mebesta wê şêwirmenda Serokê Amerîka Donald Trump, Hope Hicks bû ku encama testa wê ya korona roja Pêncşemê hatibû ragihandin, berî ku Trump û hevjîna wî Melania jî bi korona ketibûn.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye