Berdevkê ENKSê: Civîna me bi Mezlûm Ebdî re bingehek ji bo çareserkirina pirsgirêkan e

.

 Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif radigihîne, di civîna bi Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî re, tekezî li ser avakirina helwesteke Kurdî hate kirin ku li ser bingeha danûstandinên di salên 2019 û 2020 de hatine kirin, be.  

Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif piştî hevdîtina şanda Serokatiya ENKSê bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re, naveroka civînê ji K24ê re aşkere kir û got: “Ev civîn ji piştî 4 salan, yekem civîna bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re ye, bi amadebûna Hevpeymaniya Navdewletî bû ku balyozên Amerîkî û Fransî amade bûn.”

Diyar kir jî, “Di civînê de tekezî li ser avakirina helwesteke Kurdî ya Sûrî hate kirin, ku li ser bingeha danûstandinên ku di sala 2019 û 2020 de hatine kirin, be. Herwiha me tekezî li ser wê garantiyên ku Amerîkayê dane kir, ta ku cibicî bibin, herwiha divê HSD û PYDê deverên me nexin ber gefan.”

Feysel Yûsif da zanîn: “Balyozên Amerîkî û Fransî jî tekezî li ser wê yekê kirin ku divê helwesteke Kurdî hebe û piştre jî şandek li ser hin bingehan bê avakirin ku bikarebe bi desthilata îro li Şamê ye û aliyên din ên Sûrî re guftûgo û danûstandinê bikin.”

Tekez kir jî: “Helwesta me wek ENKS her diyar e ku em bikarin helwesteke Kurdî ava bikin. Îro jî em pê re ne ku helwesteke Kurdî ava bikin, lê heta berî çend rojan, aliyê din jê re ne amade bû. Îro ev civîn, dîrokî ye û bingehek e ji bo pêkanîna civînên din û çareserkirina pirsgirêkan.

Tekez kir jî: “Xalên ku berê (di çarçoveya diyaloga Kurdî – Kurdî ya di navbera ENKS û PYNKê de) li ser hatine lihevkirin, careke din em lê venagerin, ji ber ku erênî li ser heye. Divê helwesta HSD û PYDê ji PKKê bê diyarkirin. Herwiha divê girtiyên ENKSê yên di zîndanên çekdarên PYDê de bên berdan û çarenivîsa girtiyên din bên diyarkirin.”

Berdevkê ENKSê amaje bi giringiya rola Hevpeymaniya Navdewletî kir û got: “Em dixwazin şandeke hertimî bo Şamê pêk bînin, ne ku em rojekê li hev bikin û roja din jî pişta xwe bidin hevdu, ji ber niha qonaxeke dîrokî hatiye ku Kurdên Sûriyeyê bikaribin di Sûriyeya pêşerojê de bibin hevpar.”

Herwiha got: “Aliyê Hevpeymaniya Navdewletî guhdaneke taybet bi vê pirsê dan ku ew ê alîkar bin ji bo nehîştina nakokiyan di navbera her du aliyan de, ji bo avakirina yekhelwesta Kurdî.”

Li ser helwesta Hevpeymaniya Navdewletî ji bo Sûriyeya pêşerojê û rola Kurdan tê de, Feysel Yûsif diyar kir jî, “Nûnerên Hevpeymaniya Navdewletî tekezî li biryara 2254 a navdewletî ji bo çareseriya rewşa Sûriyeyê kir, ku hikûmeteke veguhêz bê avakirin, destûreke nû bê danîn û mafên pêkhateyan bên parastin, di nav de jî miletê Kurd, herwiha hilbijartin bi awayekî aram bên kirin.

Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

Serokê Koreya Başûr hat desteserkirin
Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî li Şamê dest bi hevdîtinan dike
Serokatiya Herêma Kurdistanê û şanda Amerîkî reformên li ser Pêşmerge gotûbêj kirin
Mezlûm Ebdî: Ji bo Kobaniyê piştgirî pêwîst e
Ji ber stranên Kurdî ceza li hunermendê Kurd hat birîn