Berdevkê hikûmeta Iraqê: Herêma Kurdistanê pêkhateyekî destûrî ye

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Ehmed Mela Telal ragihand, di civîna ligel Serok Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de, tekezî li ser bihêzkirina têgihîştin û rêkeftinên bêrê hate kirin.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Ehmed Mela Telal ji K24ê re ragihand, Herêma Kurdistanê beşeke bingehîn ji Iraqê ye û pêkhateyekî destûrî ye.

Herwaha got: Derbarê sardana Serokwezîrê Iraqê bo Herêma Kurdistanê de, destpêkê ligel birêz Barzanî civiyan. Guftûgo derbarê çendîn pirsên siyasî, rewşa Iraqê û navçeyê û pêwendiyên di navbera Herêm û Bexdayê de hatin kirin. Civîn ji bo bihêzkirina pêwendiyan, rêkeftin û hevtêgihîştinan bû.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê got jî: Li ser binemaya rêkeftinê, Serokwezîr Kazimî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşek ji pereyan ji bo xerciya fermanberên Kurdistanê dabîn kirin. Welatiyên Herêma Kurdistanê, welatiyên Iraqê ne û hikûmet di ber dabînkirina pêwîstiyên wan de berpirs e.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê got jî: Em dixwazin koçberên Êzidî vegerin navçeyên xwe û pirsgirêkên wan ji aliyê siyasî ve bê çareserkirin û aştî di navbera eşîreyên erebî û Êzidiyan de çê bibe.

 

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes