Berdevkê hikûmeta Kurdistanê bersiva hikûmeta Îsraîl da: Em red dikin

.

Berdevkê hikûmeta Kurdistanê li ser daxuyaniya berpirsekî hikûmeta Îsraîl, ku gotibû “dibe ku Îran êrişî welatiyên Îsraîlî yên li Kurdistana Iraqê bike” daxuyaniyek da.

Çend roj berê berdevkê serokwezîrê Îsraîl, Ofêr Gêldman gotibû, dibe ku Îran êrişî welatiyên Îsraîlî yên li Gurcistan, Azerbaycan, Tirkiye, Îmarat, Behrên û Herêma Kurdistanê bike.

Li ser vê yekê, berdevkê hikûmeta Kurdistanê Cotar Adil daxuaniyek da.

Di daxuyaniyê de tê gotin, bila her kes bizane ev çendîn car e em dibêjin ku ti berjewendiyeka Îsraîl li Herêma Kurdistanê nîne û ti kesekî Îsraîlî jî li Herêma Kurdistanê nîne. Ji ber wê jî em wê daxuyaniyê red dikin.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne