Berdevkê Kazimî êrişa Amerîkayê ya li dijî Heşda Şeibî şermezar kir

.

 Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê îro di daxuyaniyekê de, êrişa Amerîkayê ya bo ser baregeheke Heşda Şeibî li ser sînorê Iraq û Sûriyê şermezar kir.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê, Pentagon ragihand, êrîşeke asmanî li dijî “milîsên ji aliyê Îranê ve tên piştevanîkirin”, li ser sînorê Iraq û Sûriyê hatiye encamdan.

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê, Yehya Resûl îro Duşemê di daxuyaniyekê de ev êrişa Amerîkayê şermezar kir û ragihand: “Ev êriş binpêkariyeke qebûlnekirî ya serwerî û ewlehiya Iraqê ye.”

Yehya Resûl diyar kir: “Iraq red dike bibe qada yekalîkirina milmilaniyan.”

Berdevkê Pentagonê,John Kirby îro têkildarî êrişê de ragihand, bi fermana serok Biden, hêzên serbazî yên Amerîkayê, “êrişa asmanî ya berevanîker a hûr” li dijî hejmarek baregehên ser sînorê navbera Iraq û Sûriyê pêk anîn, ku ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve tên bikaranîn.

John Kirby diyar kir, êriş di bersiva êrişên grûpên ser bi Îranê ve li dijî berjewendiyên Amerîkayê yên li Iraqê de hatiye pêkanîn.

Rojnameya The New York Times a Amerîkî ji zarê çend berpirsên Amerîkayê ve ku nexwestine navê wan bê aşkerekirin, ragihandiye ku Amerîkayê di êrişa bo ser baregeha Heşda Şeibî de firokeyên F16 û F15 ES bikar aniye.

Her li gor zanyariyên ji wê çavkaniyê ve, bombeyên 250 kg heta 1 tonî di êrişê de hatine bikaranîn û sê binke hatine armanckirin.

Lîwaya 14 a ser bi Heşda Şeibî ve têkildarî êrişan îro Duşemê  daxuyaniyek belav kir û têde ragihand, “îro demjimêr 02:00 serê sibehê baregehên me li navçeya Qaim a li ser sînorê Iraq û Sûriye ji aliyê Amerîkayê ve bûne armanc, di demekê de ku hêzên me di erka pîroz de bûn.”

Lîwaya 14 ser bi Ketayib Seyid Şuheda ve ye ku berpirsê wê Ebû Ela Welayî ye û ji aliyê Îranê ve tê piştevanîkirin. Ketayib Seyid Şuheda piştî êrişa îro di daxuyaniyekê de ragihandiye:“Ji niha û şûnde em dê li gel Amerîkayê di şerekî vekirî de bin.”

Li gor daxuyaniya wê hêza ser bi Heşda Şeibî ve, di êrişê de tenê çekdarekî wan hatiye kuştin, lê Rewangeha Sûrî bo Mafê Mirov dibêje, herî kêm 5 çekdar di êrişê de hatine kuştin.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir