Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahid ji bo beşdariya “Hevdîtina Heftemîn a Aliman" li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê ye.
Îro li Diyarbekirê, "Hevdîtina Heftemîn a Aliman” bi sernavê "Rola Aliman di Pêşketina Umetê bi Ilm û Ramanê de" birêve diçe.
Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahid jî beşdarî konferansê bû.
Zebîhullah Mucahid di konferasê de bi zimanê Farisî gotarek pêşkêş kir.
Herwiha ji Başûrê Kurdistanê jî çendîn zanayên olî beşdar dibin, ku yek ji wan Prof. Dr. Ehmed Ebdulwehad Pênciwênî ye.
Hat diyarkirin ku Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Cîhanî Elî Qeredaxî jî dê bi rêya vîdeo konferansê beşdar bibin.
Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (Huda Par) Zekeriya Yapicioglu, Prof. Dr. Yusuf Kaplan, Samî Seîdî (Lîbya), Şêx Zahid Xeznewî jî di konferansê de beşdar in.