Berdewama - Piraniya pênasiyên di-bîbliyografiya Êzdiyên li Tirkiyê-de -Beşê 2. (1)

Kemal Tolan

Berdewama - Piraniya pênasiyên di “bîbliyografiya Êzdiyên li Tirkiyê” de, ku bi zimanê tirkî hatine belakirin*1 tije piçûkatî, nerastî û neheqî ne.  Beşê 2.

PIRTÛKÊN ÊZDÎTIYÊ YÊN PÎROZ :

Li gora ku ez ji ilmê Êzdîtiyê fahm dikim, ji xeynî ilmê devkî yê Êzdîtiyê yî pîroz , ango ilmê  bawerî, ayetên batinî, sir û kerametên ku  bi Xweda, Milyaket û Xwedanan re têkiliyê deynen, ti pirtûkên Êzdîtiyê yên pîroz bin tinin.

Weke ku, rahmetiyê Turan Dursun jî dibêje,” hemû pirtûkên pîroz (Çûhûf, Zebûr, Tewrat, Avesta, Încîl, Quran û hwd.) zargotin -ilmê (Qewil, Diha, Efsane, Çîrok û hwd.)  beriya xwe, ku li ser heyînên afirandinê hatine gotin-nivîsandin guherandine û reseniya yên xwe pîroz kirine . Weha tiştê ku ji destê wan hatiye veşartine.”Binêre: *9

Êzdîyatiyê karîbûye pîroziya nasnama xwe, her timî weke îro hêjî bi baweriya xwe ya devkî ,  ku hêza xwe ji batinî, sir û kerametên Xweda, Milyaket ,Xwedan, babçak û hwd. nasdike biparêze.

Lê mixabin me Êzdiyan, heta îro hêjî nikarîbû li ser naveroka çande û kevneşopên xwe yên bi devkî (ilim, zanistî û beyt, sirûd-qewil û hwd.) nîqaş bikin, binivîsînin û bigihin encamekê....

ÎBADET Û CEJINÊN ÊZDIYAN

Em Êzdî îmana xwe ji ilmê batinî, sir û kerametan ku, bi devkî têye gotin û parastin nas dikin û didin nasîn.

Cûdetiya di navbera îbadeta qewl û dihayan de pir mezin e. Di Êzdiyatiyê de gelek qewl hene û navên wan binêre: *4- a Rûpel: 188-189. Dîsa Êzdîtiyê de rojane herî kêm 6-8 diha têne kirin. Ji bo bêtir agahdarî, binêre *4- a Rûpel: 52-69 û 128-136

Ji bo dem û navên cejnên ku heta îro di Êzdîtiyê de hene û pîrozin, binêre: *10

 

ROJÎGIRTIN DI EZDÎTIYÊ DE

 

Êzdî ji xeynî rojiyên di meha kanûnê de, hîn gelek rojiyên dine jî digirin. Ev çi rojî ne? Binêre:*10 û 4-a Rûpelên 71-80

DI ÊZDITIYÊ DE HEC

Li goriya ku ez ji kevneşopên Êzdiyatî(Ezdayeti-Êzdîtî)yê fahm dikim û di kevnariya baweriya Ezdayetiy(Xwedê nasîn)ê de xwanê dike, ji roja ku Xwedê, Milyaket, dinya û giyanber(beşer-evd-însan û hemû ruhilber) afirandine û heta vêga hêjî, li seranserî dinya yê de gelek cîhên ku Xas, Qelender, Baba-derwêş û hemû Xwedê nasan lê îbadet, duha, urf û adetên xwe dikin û pîroziya Xwedê nasînê lê didine naskirin hene. Xwedê û Milyaket li her cihî û mekanî de têne bibîranîn! Meriv dikare li her cîh û mekanî ji wan re îbadetbike û cîhekî wan î diyar nîne.

 

Lewma dibêjim, Cihê îbadeta ji bo Xwed û MIlyakta yê herî mezin dilê mirov e û - di Êzditiyé de parêzgeh “hec”ke sereke û putperesetî tûne ye-*binêre li 8 û Qewlê me jî dibêje:

„Hecaco meçe bi ber hecê ve,

şimka ne qetîne di rê de,

heca te ewe, mala ku tû tê de“ *Berfiretir binêre:*5 rûp.:99-107

XWEDANÊN ÊZDIYATIYÊ

 

Wekî her olek û miletekî li cîhanê ku ûrf û edetên xwe yên taybetî hene, wisa yên me Êzdiyan jî sed û hedên me hene.

 

Xwedanên Êzdiyatiya beriya Şêx Adî, li ser dû çîna buye. Berfiretir li ser Xwedanên rihaniyiyên Êzdiyatiya piştî dema Şêx Adî, binêre: *4-a Rûpel :215-220.

Rihanî û Xwedanên Êzdîtiyê

Di Êzdiyatiya vêga de jî, hîna weke ya dema berî Şêx Adî gelek Xwedan û ocax(cid)ên (Melek-Milyaket, Horî-Perî, Xas–Qelender û whd. ê ) pîroz hene. Li ba me hêjî qedrê her yek ji van xwediyê derince yeke bilinde, em nikarin meznayî û piçûkiya wan ji hevûdinê cûde bikin.

Min navên rihanî û ocaxên Êzdiyatiyê li gorî zanîna xwe weha birêz kirine:

Ocaxên sereke :

Pîrantî, Mirîdatî, Şêxantî 

Rîhanî:

Mîr-Emir, Baba Şêx, Fakir, Koçek, Kavval (kurdî: Qewall), Pêşîmam, Baba Gevân, Nekip (Neqip), Micêvir, Çawîş Baba hwd. Berfiretir binêre: .4-a Rûpel: 163-187

ERKÊN ȆZDÎTIYÊ YÊN BINGEHÎN

Ji ber wan „heftê dû“ fermanên bi serê Êzdiyan ve hatine, Êzdî  gelek caran ji cîhên xwe koçber bûne û lewma jî şopa  gelek sed û hed, delîl û dokumentên baweriya Êzdiyatiya  berî dema Şêx Adî (heta sed sala 11 an ?)hinda bune.

Gava meriv karîbe baş li kuraya dîroka mîtolojiyan binêre, meriv dibîne ku rastiya ola Êzdiyatî(baweriya bi Xwedê, Tawisî-Melek, sir û keremetên hemî xasên Xwedê ûwd. )hîna di dema beriya afirandina Adem de jî hebune.

 

Di sebeqe yeke  „qewlê zebûnî Meksûr“ de, li ser heqîqet(rastî) û şerîet(terîqet)ê weha têye gitin:

 

„ Pedşê min hed û sed li wê çêkirin

Şeriyet û heqiqet jêk cihêkirin

Sunet mixfî bû hingî dehir kirin

 

Ji wextê Şêx Adî di destpêka sed sala yazdehan de hatiye Lalişê, hinek sed û hedên Êzdiyatiyê nujen kirine û heta vêga hêjî dû stûnên ferzên Êzdiyatiyê eşkere xweya ne û ew jî ev in:

 

  1. Ferzên heqîqet (rastî) ê
  2. Ferzên terîqetê(olrê ya îbadetê)

 

E r k ê n   rastiyê

 

Wekî ku di zargotinên me, di “qewlê Şerfedîn” û di „duha êvarê” de xwanê dibe, ji bo her evden Êzdî  pênc ferzên heqîqetê evin:

 

Sebeqeyek ji „duha êvarê:

 

Pênc ferzên heqîqetê;

Şêx û Pîr, Hoste û Merebî,

Yar û Birayê axiretê,

Ferze li me çendî sinetê. ”

 

E r k ê n  rêya  î b a d e t ê (terîqetê)

 

  1. Duha kirin (Şahde anîn)
  2. Rojî girtin
  3. Fito (Zikat) dahin
  4. Çuna Hecê (Mohr kirin)
  5. Sinnetkirin
  6. Tokê Êzî
  7. Û hwd.

 

Berfiretir agahdarî binêre: 4-a Rûpel: 51-52 û 4-b

 

Dê berdewam bike.

 

 

Têbinî:

Ji bo çavkanî û berfireyiya agahdarîyan divê ev berheman ( https://www.facebook.com/photo/?fbid=462525332555329&set=a.462525312555331 ) li ber destan bin!

 

Hûn karin van berheman li Ewrûpa di rêya
e-maila auftrag@zentralrat-eziden.com


û ji Weşanên Na
https://www.nayayinlari.com/index.php?route=product/search&search=Kemal%20Tolan&description=true

bixwazin.