Berfê perwerde rawestand

Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfê dibistanan navber dan perwerdeyê.

Hate ragihandin li Meletî, Çêwlig, Dêrsim, Semsûr û Qersê  ji ber berfê rêyên çend deveran hatin girtin û dibistanan jî kir bêhnvedan.

 

Li navçeyên Hekîmxan, Mutmur, Kuluncak û Şîro yên ser bi Meletî ve ji ber berf û bagerê ji bo heyema rojeke dibistan hatin girtin.

 

Parêzgariya Sêwazê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji ber berfê li tevahiya navenda bajêr û navçeyan, hemû dibistan ji bo rojekê kirin bêhnvedan.

 

 

Herwiha li navçeyên Kanîreş, Azaxpêrt, Kêxî û Çermê yên Çewlîgê jî dibistanan ji bo heyama rojekê navber dan perwerdeyê.

 

 

Li parêzgeha Dêrsim û 5 navçeyên wê jî ji ber barîna berfa zêde û bagerê tevahiya dibistanan îro Pêncşemê kirin behvedan. Li navenda bajêr û navçeyên wê, Xozat, Qisle, Mazgêrd, Pilemûriye û Pulurê tevahiya dibistan û li navçeyên Pêrtag û Çemîşgezekê dibistanên xwendekarên wê ji derveyê navçeyên têne ji bo heyema rojeke dibistan hatin girtin.

 

Li navçeya Çêlikan a Semsûrê ji ber barîna berfa zêde dibistanan navber dan perwerdeyê.

 

 

Duh bi şev li bajarê Qersê barîna berfê dest pê kir û ji ber berfê û bagerê rêyên çend deveran hat girtin. Parêzgariya Qersê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku tevahiya dibistanên li parêzgehê îro pêncşemê kirin bêhnvedan.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin