Berfîn Zenderlioglu: Heke careke din bêm dinyayê dixwazim li dûrî Rojhilata Navîn bijîm

Derhêner û şanoger Berfîn Zenderlîoglû dibêje ew dixwaze jîyane bê şer bijî û naxwaze zarok karên giran bikin. Zenderlîoglûyê dîyar ku ew dixwaze di nav xwezayê de, bi hevalên xwe re tenê li ser hunerê bixebite.

Ferid Demirel

Derhêner û şanoger Berfîn Zenderlîoglû dibêje ew dixwaze jîyane bê şer bijî û naxwaze zarok karên giran bikin. Zenderlîoglûya ku demeke dirêje bi karê şanoyê re mijûl e, di gelek şanoyan de lîstîye û niha jî derhênerîya lîstikên şanoyê dike 5 pirsên me bi van gotinan bersivand:

Kerem bikin em guh bidin Berfîn Zenderlioglûyê:

1- Van rojan tu bi çi mijûlî?

Niha li ser lîstikeke nû dixebitim. Navê lîstikê “Xeyalfiroş”e. Ji xeynê wê jî li Zanîngeha Yedîtepeyê dersen lîstikvanîyê didim û bi şagirtên xwe re eleqeder dibim. Li wir jî min dest bi lîstikekê kir.

Heke careke din tu werî dinê, tu dixwazî di rewşeke çawa de bijî? Çi bikî? 

Welle heger ku neyêm lînçkirin dikarim vê bêjim: Heke careke din bêm dinyayê dixwazim li dûrî Rojhilata Navîn û ji dûrî êş û keseran, wek reqsvaneke nûjen bijîm. Bi motosîqletekê bajar bi bajar bigerim û helbet ji bo hunereke azad pêk bînim dewlemend bibim. Ev bibin wê ne xerabin.

3- Di nava rojê de herî zêde tu ji çi hezdikî ku bike? 

Guhdarîkirina mûzîkan, meşa li kêleka behrê, ger û vexwarina qehweya fîltrekirî.

4- Dixwaze jîyaneke çawa bijî? 

Jîyaneke bê şer. Naxwazim bibînim ku di karên giran de zarok bixebitin. Dixwazim di dilê min de bila tiştek jî nîvco nemîne. Mesela di nav xwezayê de, di  kêleka çemekî de bi hevalên xwe re avahîyeke çêkim û tenê li ser hunerê bixebitim, bifikirim, biafirînim û bê sansûr bijîm. 

5- Bûyer an jî kesekî/e ku di jîyana te bandoreke mezin li ser te kiribe heye? Hebe bandoreke çawa li te û jîyana te kirîye? 

Ez nikarim bêjim bûyerek an jî tiştek li ser min de zêde zêde tesîr kirîye. Ji xwe jîyana ku em dijîn bandoreke mezin li ser mirov dihêle. Herî zêde dikarim wek kesekî qala Mîrza Metînî bikim. Ji ber ku gelek karên şanoyê me bi hev re çê kir, ava kir û me anî astekê. Ez bi rehetî dikarim bêjim min di nav şanoyê de, ji disiplîn û xebat û xeyalên wî feyz girtî ye.

Bianet

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn