Berhem Salih li Koşka Serokomariya Iraqê pêşwazî li Papa Francis kir

.

Papayê Vatîkanê Papa Francis piştî ku gihîşt Bexdayê û ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve pêşwazî lê hat kirin, derbasî Koşka Selam serokomariya Iraqê bû.

Papa Francis li Koşka Selam ji aliyê Serokomarê Iraqa Federal Berhem Salih ve hate pêşwazîkirin.

Serdana Papa Francis a dîrokî îro 5ê Adarê dest pê kir û çav li rê ye 7ê Adarê derbasî Herêma Kurdistanê bibe û li wir jî ji aliyê berpirsên Kurdistanê ve pêşwazî lê were kirin.

Papa wê serdana Necefê bike û bi Ayetullah Elî Sîstanî re bicive. Papa piştî serdanên Mûsil û Nînowayê wê were Hewlêrê û li stada navdewletî ya Franso Herîrî ligel bi hezaran welatiyên Xiristiyan dê ji bo aştiyê dua bike.

Rojhilta Navîn Haberleri

Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes
Nûnerê Îranê yê li Sûriyê: "Bi Sûriyê re hevdîtinên me dewam dikin"