Berhem Salih: Mafê Amerîkayê nîne ji Iraqê çavderiya Îranê bike

Serokomarê Iraqê Berhem Salih bersiva daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump da û ragihand ku mafê Amerîkayê nîne ku ji axa Iraqê ve çavderiya Îranê bike.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih  di korbenda Rafîdeynê de gotarek pêşkeş kir û tê de bersiva daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump da û ragihand ku mafê Amerîkayê nîne ku ji axa Iraqê ve çavderiya Îranê bike.

 

Berhem Salih wiha bersiva Trump da:  “Hebûna armanca hêzên Amerîkayê şerê li dijî terorê ye û bi pesendkirina Iraqê li wir e. Amerîka pêwîst e pabendê vê armancê bibe. Mafê Amerîkayê nîne ku ji axa Iraqê ve çavderiya Îranê bike.”

 

Salih diyar kir ku ti daxwazeke fermî ya Amerîkayê ji bo çavdêriya Iranê ji axa Iraqê bike nebûye û got baştir e Amerîka û Îran li ser hinek mijaran hevkariyl bike.

 

Serokê Amerîkayê, Donald Trump duh ragihandibû ku beşek ji hêzên Amerîka yên ku dê ji Sûriyê bêne vekişandin, dê li Binkeya Serbazî ya El-Esed li Iraqê bêne bicihkirin û dê ji wê derê ve çavdêriya Îranê bikin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin