Bêrîvan Aslan: Pêwendiyên Awisturyayê yên bi Kurdan re dostane ne

.

Siyasetmedar û parlamentera Kurd a Parlamentoya Awisturyayê Bêrîvan Aslan li ser hilbijartinan, pêwendiyên Kurdan û Awisturyayê ji Rûdawê re axivî.

Li ser pêwendiyên Kurdan û Awisturyayê Berîvanê Aslanê got:

“Min gelek proje bi hevbeşî li gel wan pêk anîne. Li tevahiya Ewropayê em yekem welat bûn ku me Komkujiya Êzidiyan nas kir.

Me kar ji bo bajarê Kobaniyê kir. Ez dikarim bêdawî wan daxwazên ku bi piraniya dengan di Parlamentoya Awisturyayê da hatine erêkirin bijimêrim.”

Rûdaw: Destpêkê ez dixwazim pirseke kurt derbarê hilbijartinan de bikim çi tişt van hilbijartinan wisa girîng dike ku xelk dengê xwe bide Partiya Keskan? Çi tiştê wisa taybet heye ku xelk bi taybetî deng bide Keskan?

Bêrîvan Aslan: Bi baweriya min xelkê ji cih û warê xwe (wekî min) bûye. Çîroka xelkê ya koçberiyê û revînê heye ji bo wan biryardan dê li ser destinîşankirina vê arasteyê be.

Biryardana li ser destinîşanikirina vê arasteyê heta wê endazeya ku hikûmetekê dixwazin ya meyla otorîteyê (pawanxwaziyê) bi xwe re tîne. Wekî nimûne Partiya Azadî ya rastgir. Guhertina ber bi rastgiriyê li Ewropayê ber bi zêdebûneka mezinda ye. Pêwîst e em bi hemû alavên heyî li dijî wê bisekinin.

Aniha em vegerîn ser pirsa çima Kesk? Ji ber ku Kesk di vî warî de berdewam helwesteke wan a zelal hebûye. Me berdewam gotiye, ‘em li gel rastgiran çi caran hevpeymaniyê nakin, em li gel rastgiran ti carî karekî hevbeş nakin’ û em di astên herêman jî de pabendî vê çendê ne. Her çend em di hikûmetan jî da bûn me ev nekir.

Heman tiştî em ji bo partiyên din nikarîn bibêjin ku ew bixwe jî demokrat in. Li Burgenlandê Partiya Sosyalîst, heta niha jî hikumeteka sosyalîst û azad heye.  Li hinek herêman de hevahengî heye. Ez bi wîjdaneke aram dikarim bibêjim ku li cem Keskên Awisturyayê bi ti şêweyekî nabe hevpeymanî bi rastgiran re were kirin an yên kesên meyla rastgiriyê bi wan re hene yan jî yên meyla rêznegirtina mirovan bi wan re hene ew kes nayên pejirandin.

Rûdaw: Bapîrê te di salên 1960î, bavê te di salên 1970î de dayika te di salên 1980yî de hatine Awisturyayê. Tu nifşê 3 û 4 ên Kurdan ê vî welatî yî. Her wiha xelkê din ku paşxaneyeke wan a biyanî heye. Tu xema wê dixwî ku ev civak bi rastî ji biyaniyan re metirsiyekê çêbike yan jî ew jê koç bikin?

Bêrîvan Aslan: Erê, ez wekî Kurd ji dayik bûme. Mirov wekî Kurd di vê cîhanê de di çarçoveya şert û mercên zehmet de mezin dibe. Kurdan dewleteke serbixwe nîne û ji ber vê sedemê em herdem bi xalekê li jêr sifirê dest bi jiyanê dikin.

Her ji zaroktiyê em wiha têne perwerdekirin ku em ji bo mafên kêmîneyan û mafên bingehîn kar bikin. Berdewam derbarê hebûn û nebûna me tirs hebûye û bi baweriya min bi rêya genetîkê ji bavekî ji bo yekî din hatiye veguhastin.

Kalikê min li hemberî desthelatê parastina xwe kiriye li nava me redkirina otorîteyê heye, bavê min bi heman awayî, ez jî dê parastina xwe bikim û zarokên min jî dê parastinê xwe bikin.

Wateya wê ew nîne ku zehmet e wisa mirov berxwedanê neke. Ji ber ku di dawiya rojê da îradeya mirov girîng e, di dawiya rojê de ya girîng ew e ku em dixwazin çawa bijîn!

Rûdaw: Heger mirov ji Kurdên li seranserî Kurdistanê bipirse; “dema mirov dibêje Awisturya çi tê bîra te?” Bersiva te girîng e, ew topên kompanyayên Pila û Hesin ên Awisturyayê ku dabûn Sedam û Kurd topbaran dikirin. Sala 1979an hewla kuştina Serok Mesûd Barzanî hat dayîn û piştre jî Dr. Abdulrahman Qasimlo hat şehîdkirin?

Bêrîvan Aslan: Belê, her demê siyaseta Awisturyayê ji ya Almanyayê cuda bû. Ez dikarim bêjim, siyaseta Awisturyayê ya li hemberî miletê Kurd ji ya hemû welatên din ên Yekîtiya Ewropayê cuda bû.

Li vê derê li hemberî wan welatên tawankar an rejimên tawankar ku li hemberî kêmineyan kar dikirin siyaseta bi tawankirinê kêmtir hebûye.  

Bi berdewam rêbazeka dostane hebûye bi Kurdan re min bi xwe ew çend dîtiye. Sala 2013an ez wekî parlamentareka gelek ciwan hatim nava Parlamentoyê Awisturyayê. Wê demê li tevahiya Ewropaya Navîn, yekem kesa wekî neteweya Kurd bûbû parlamenter ez bûm ez hatibûm hilbijartin.

Her çend ez tekane bûm lê dîsa jî rêzgirtin û têgihişitin ji bo gelê Kurd gelekî baş bû. Her dema ku êrişek hebûya yan tiştek hebûya pêwendiya wê bi Kurdan re hebûya, di nav hemû partiyan de hevsozî hebû.

Min gelek proje bi hevbeşî li gel wan pêk anîne. Li tevahiya Ewropayê em yekem welat bûn ku me Komkujiya Êzidiyan nas kir.

Me kar ji bo bajarê Kobaniyê kir. Ez dikarim bêdawî wan daxwazên ku bi piraniya dengan di Parlamentoya Awisturyayê da hatine erêkirin bijmêrim. Partiya Azadî jî li gel bû. Ew daxwaz û projeyên min ên li parlamentoyê bi tevahî yan bi piraniya dengan dihatin pesendkirin.

Wê demê min gelekî hest bi xweşiyê dikir, ji ber ku li vê derê têgihişitin ji bo miletê Kurd hebû.

Rûdaw: Wêneyê Kurdan di raya giştî ya Awisturyayê de çawa ye? Hîn jî mileteke ku tê çewisandin an piştî şerê DAIŞê miletekî wêrek e?

Bêrîvan Aslan: Pêwîst e ku ez bêjim, tesawireke erênî heye. Ew kesê ku dizanî ku neteweya min Kurd e bi gotinên erênî dihatin cem min û digotin, ‘Belê jinên Kurd xwediyê hêza mezin a parastinê ne, wêrek û berxwedêr in’ pêwendiyên min herdem dostane nebûn.

Rewşên gelekî metirsîdar jî hebûn, ji ber ku min bi berdewamî Îslamiyên radîkal rexne dikirin û helwesteke min a wisa hebû. Ez li hemberî alîgirên Erdogan û “Gurên Boz” bi heman awayî bûm.

Hemû Kurd bi grûpên cuda li ser rewşa min ditirsiyan û ez ji bo hinekan kabûs bûm lewre ez herdemê li hemberî van guhertinan disekinîm. Çêdibe ku pêwendiya vê rewşê bi dîroka me ve girêdayî be.

Ev berxwedan e, ji ber ku ev berxwedan ji bo gelek pirsan e, ne tenê ji bo jiyaneke azad lê ji bo jiyaneke xwedî îradeya mirovan e. Ji bo jiyanekê ye ku nabe danûstandina li gel Kurdan wekî ya zarokên jinbavê yê vê cîhanê be.

Rûdaw: Tu ji wan welatiyên Kurd-Awisturyayî yên xwediyên mafên dengdanê ne re çi dibêjî? Pêwîst e ew biçin deng bidin?

Bêrîvan Aslan:  Belê, Kurd xwediyê wî mafî ne û vê carê dikarin bêyî tundiyê dengê xwe li dijî Partiya Azadiyê bidin. Ev mafekî demokratîk ê baş e, bi taybetî ku Kurd miletekî pir siyasî ye. Ne maqûl e ku Kurd neçin ser sindoqan, ji ber ku gelek tişt ji bo me di bin metirsiyê de ne.

Heger em dengê xwe nedin wê demê yên din dê li şûna me biryarê didin û di jiyanê de jî dê derbarê me de biryar werin standin û pêwîst e rewş negihê wê astê.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike