Navenda Nûçeyan- Berî ku TSK û OSO têkevin Efrînê û dagir bikin, li Sûrîyeyê bajarê herî bi ewle û aram Efrîn bû. Lê piştî hêzên TSK û OSO Efrîn dagir kirin, li Efrîê koçberî, talankirin, wêrankirin, kuştin û kaosê dest pê kir. Mirov tên revandin, xezp dikin, Kurdî hat qedexekirin û tabeleyên Tirkî li sazîyan daliqandin. Berhemên dîrokî dizîn û baxçeyên zextûnan talan kirin û zeytûn dizîn.
Efrîn, bajarê herî Rojava yê Kurdistanê ye. Wekî bajarê proto-Kurd e. Dergûşa gelê Kurde û ji Şaristanîyên Hurrîyan û piştre ji Mitanîyan re bûye wargeha jîyanê. Di her bihosta axa Efrînê de şopa berhem û warên şaristanîyê heye. Ev warên bê hêjmar ên şaristanîyê di nava baxên zeytûnan de hatîye veşartin. Em li vir rastî berhemên serdema Îskender û Romayan jî tên. Bajarê Efrînê di dîrokê de gelek caran ji alîyê hêzên serdest ve hat dagirkirin.
Efrîn di dîrokê de wekî Çîyayê Kurmênc tê zanîn. Heta 2011’an di kontrola rejîma Sûrîyeyê de bû. Di sala 2011’an de piştî şerê navxweyî pêş ket, gelê Efrînê di xeta paradîgmaya neteweya demokratîk û Xweserîya Demokratîk a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kir. Rêveberîyên cewherî ava kirin. Di pêşketina Şoreşa Rojava de ji 3 kantonan yek jê Efrîn bû. Dewleta Tirk ku dijminantîya xwe ya li dijî Gelê Kurd di dîrokê de tescil kirîye, piştî Şoreşa Rojava pêş ket, ji bo Kurd li Rojava nebin xwedî statu her dem Kurd kirin hedef. Her dem hemû hêzên çekdar ên cîhatkar parast û li dijî Kurdan sor kir.
Rêveberîya Tirkîyeyê komên cîhatkar di bin navê Artêşa Sûrîyeyê ya Azad (OSO) de bi rêxistin kir û dîsa piştgirî da komên çekdar ên Cebhet El Nusra û DAÎŞ’ê. Bi van koman gelek caran êrîş birin ser bajarê Efrînê. Di navbera salên 2012-2018’an de li Rojava berxwedana YPG/YPJ’ê pêş ket. YPG-YPJ’ê bi berxwedanê komên çekdar paşve belav kirin. Di van salan de bi sedhezaran welatîyên Rojava û Helebê yên ji komên çekdar revîyan hatin li Efrînê bi cih û war bûn. Piştî ev hemû kom têk çûn, Dewleta Tirk, di 20’ê Çileya 2018’an de bi hemû hêza xwe ya çekdarî êrîşî axa Efrînê kir û şer pêş xist.
TIRKÎYE Û RÛSYA LI SER EFRÎN Û GUTA’YÊ LI HEV KIRIN
Dewleta Tirk, berîya ku têkeve Efrînê, bi DYA û Rusyayê re ket nava bazarek pir mezin. Tayip Erdogan bi gotina “Em bi Rûsya re li hev bikin emê Efrînê, em bi DYA re li hev bikin em dê Minbiçê bi dest bixin” polîtîkaya Tirkîyeyê ya li hemberî Rojava aşkere dikir. Berîya dagirkerîya Efrînê Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Rex Tillerson got “Em dê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê 30 hezar muhafazakarê sînor perwerde bikin” û gava destpêka dagirkerîyê avêt. Tillerson bi vê daxuyanîya provokatif, xwest rê li pêş dagirkerîya Dewleta Tirk a Efrînê veke. Li alîyê din Tillerson ji ber têkilîyên bi Tirkîyeyê re ji peyvirê hat girtin. Dewleta Tirk piştî bi Rûsyayê re dest bi bazarê kir, bi soza ku komên çekdar ji Gutaya Rojhilat derxin û tawîzê bazirganîya enerjîya Tirk destûr girt ku êrîşî Efrînê bikin. Tirkîyeyê û Rûsya berê jî li ser Babê li hev kiribûn. Li hemberî Babê bazara Helebê kiribûn. Vê carê jî li hemberî Gutaya Rojhilat bazara Efrînê kir.
DI 72’EMÎN SALVEGERA MAHABADÊ DE KETIN EFRÎNÊ
Tirkîye piştî DYA û Rûsya îkna kir ku Efrînê dagir bike, ji bo dagirkirinê dîrokek bi mahne hilbijart. 20’ê Çile, di heman demê de 72’emîn salvegera hilweşîna Komara Kurd a Mahabadê ya di sala 1946’an de hatibû hilweşandin bû. Li ser navê 72’yemîn salvegera Hilweşîna Komara Kurd a Mahabadê, 72 balafirên şer rakirin û li ser Efrînê bombe barandin. Bi 72 balafiran êrîşa dagirkerîyê kirin. Hemû artêşa xwe, polîs û cerdevanên xwe ji bo dagirkirina Efrînê seferber kir. Dewleta Tirk, di heman demê de ji bo dijminantîya xwe ya gelê Kurd zexm bike, li ser medya kampanya reşkirinê dest pê kir. Li bajarên Tirkîyeyê mirov birin şaxên Eskerîyê û qeyda eskeran nû kirin.
Dewleta Tirk, bi tang, top û hemû çekên giran ên NATO yên modelên dawî û nûjen Efrîn bombebaran kir. Ev bombebaran 24 saetan zindî bi gelê Tirkîyeyê da temaşekirin. Di êrîşa dagirkerîyê de li gel Artêşa Tirk; “Artêşa Neteweyî” ya komên cîhatkar ku Erdogan ji bo wan got Kuvayî Mîllîye ya Sûrîyeyê, nêzî 25 hezar endamên çete ketin Efrînê. Lê dem pir neket navberê, derket holê ku komên Erdogan ji bo wan got “Kuvayi Millîye” ya Sûrîyeyê, şebekeyên dizî û talankirinê ne. Di dagirkerîya Efrînê de hemû cîhanê ev dizîya wan temaşe kir. Tirkîyeyê li Rojavayê Efrînê ji sînorê Hatayê ve, li Başurê Rojavayê Efrînê ji sînorê Kampa Atmê ve, ji Bakur de li ser sînorê Kilisê û ji Rojhilat de jî li ser sînorê Ezazê dest bi êrîşan kir. Bi dehan komên çete, dest bi êrîşan kir. Piştî rastî berxwedana hêzên YPGYPJ’ê hat, vê carê bi taybet ji hewa de bi balafirên şer êrîş zêde kirin. Balafirên şer bê navber gund û wargehên jîyanê bombe kir. Bi otusan bê navber herêm bombe kirin. Di hefteya ewil a êrîşên dagirkerîyê de bi taybetî li xeta Qestel Cindo, Raco û Cindirêsê şervanên YPG/YPJ’ê berxwedanek xurt nîşan da. Hêzên YPG-YPJ’ê darbeyên giran li artêşa Tirk a ku duyemîn artêşa mezin a NATO’yê ye û komên çekdar yexist. Artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê ku di êrîşa mehekê de qet gav pêşve neavêt; vê carê dest bi êrîşên li dijî gelê sivîl kir.
501 SIVÎL HATIN KUŞTIN, MAL Û MILK TALAN KIRIN
Mala Çavdêrîyê ya Mafên Mirovan a Sûrîyeyê ku Navendawê li Londrayê ye (SOHR), dîyar kir ku di êrîşan de herî kêm 55 zarok, 36 jin bi giştî zêdeyî 380 kesên sivîl ên Kurd, Ereb, Ermenî ji alîyê OSO û TSK’ê ve li Efrînê hatin kuştin. Di Kanûna 2018’an de Rêveberîya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê daxuyanî da û dîyar kir ku herî kêm 501 sivîl hatin qetilkirin û 797 welatî jî birîndar bûn. Di êrîşa dagirkerîyê de TSK û OSO, çavkanîyên avê, firin, nexweşxane, ambulans, dibistan û qadên jîyanê yên gel kirin hedef û serî li rêbazên qirêj ên şer dan. Tirkîye bendava Meydankê ya ku pêdivîya herî zêde ya ava Efrînê pêşwazî dike, bombe kir. Li gorî daneyên Navenda Lêkolina Stratejîyên Rojava, di navbera 20’ê Çileya 2018’an heta 13’ê Adara 2018’an, li bajarê Efrînê û navçeyên Efrînê 31 dibistan ji hewa û erdê ve hatin bombekirin.
Di van êrîşan de 13 xwendekar hatin kuştin. Tirkîye û çeteyên girêdayî wê di êrîşan de li warên dîrokî yên wekî Eyn Dara, Nebî Hûrî, Girê Îska, Dêr Belût û Girê Cindirêsê bombe barandin û kir hedef. Warên dirokî wêran bûn. Li alîyê din bi dehan navendên tenduristîyê û firin ji alîyê balafirên şer ên Tirk ve hatin bombekirin. Di 16’ê Adarê de balafirên şer li Nexweşxaneya Avrîn a herî mezin a Efrînê xist. Berîya êrîşê Serokê Karên Dîyaneta Tirk, daxuyani da û got talankirin û wêrankirina malên Kurd û xwarina malên wan helal e. Xwest ev li mizgeftan bê xwendin. TSK û komên OSO yên girêdayî wê ku dest bi êrîşan kir, wekî ku derketibin cîhanê waaz dan. Li mizgeftan sureya fetihê dan xwendin. TSK’ê, piştî vê yekê mal û milkên Kurdan wekî ganimet dît û pêşkêşî komên çete kir. Komên çekdar piştî Efrîn dagir kirin her der talan û wêran kir.
SIVÎL KIRIN HEDEF
TSK û bi hezaran endamên komên OSO di êrîşa dagirkirinê de li hemberî hêzên YPG/YPJ, Hêzên Şoreşê, Erka Xweparastinê, Hêzên Asayişê HPC têk çûn. YPG/YPJ u HPC’ê berxwedanek dîrokî nîşan da. Li Efrînê Hêzên Parastina Gel, mil dan hev û li dijî dagirkerîya Arteşa Tirk 58 rojan li ber xwe da. Bajarê Efrînê ku ji sê milan de rastî êrîşa dewleta Tirk a bi tang, top û balafiran hat, li ber xwe da. Li Ezaz, Kilis, Hatay û Kampa Penaberan a Atmê bi hevre li 7 nokteyan êrîşan dest pê kir. Di sê hefteyên ewil de berxwedana di pêşengîya YPG/YPJ’ê de bi awayekî xurt berdewam kir. Artêşa Tirk û hêzên girêdayî wê 3 hefteyan pêşve neçû û gelek esker hatin kuştin.
Gelek tangên wan hatin îmhakirin. Artêşa Tirk û komên girêdayî yê ku bi giranî winda kir, serî li rêbazên hileyan da. Dewleta Tirk ku bi ser neket vê carê bi Balafirên şer, Maşîneyên Hewa yên Bê Mirov (İHA) Maşînê Bê mirov ên Bi Çek (SİHA) 24 saetan li ser hev ji 3 milan de dest bi êrîşan kir. Li bajar sivîl kirin hedef. Efrîn ku navçeyek Halebê ye, bi 7 bajaroken xwe (Cindirêsê, Şîyê, Mabeta, Raco, Bilbilê, Şera ve Şêrawa) heta dawî li ber xwe da û gav paşve neavêt. Gelê Efrînê li dijî êrîşên giran berxwedanek dirokî nîşan da. Tevî bombebarana giran meşîyan bajarokan û li dijî êrîşan bûn mertal. Lê hemû cemawerîya cîhanê û dewlet li hemberî van êrîşan bêdeng ma.
CÎHANÊ TEMAŞE KIR
Piştî Tirkîye û Rusya li ser Efrînê û Gutaya Rojhilat bazar kirin û li hev kirin, di heman rojê de valakirina Guta Rojhilat xistin rojevê. Ji ber vê yekê Konseya Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) di meha sibatê de ji bo mehekê biryara “Li Sûrîyeyê ji bo mehekê ‘agirbesta mirovî'” îlan kir. Lê Tirkîye guh neda agirbestê. êrîşên xwe zêde kir. Cemawerîya cîhanê li hemberî van êrîşan bêdeng ma. Ji bo êrîş bi dawî bibin bi hezeran gelên Kurd, Ereb, Turkmen, Suryanî, Çerkez Êzîdî li Bakur û Rojhilatên Sûrîyeyê berê xwe dan Efrînê. Di meha sibate ya 2018’an de Mertalên Zindî berê xwe dan Efrînê. Vê yekê heta nava meha adarê berdewam kir. Gelê Şengal û Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Efrînê û bûn mertalên zindî. Rastî astengîyên Rejîma Sûrîye Rusya hatin. Rastî êrîşên dewleta Tirk hatin. Lê gel dîsa herikî Efrînê.
GELÊ EFRÎNÊ DI 16’Ê ADARÊ DE EFRÎN VALA KIR
Di berxwedana “Çîyayê Kurmenc” a di dîrokê de wekî “Berxwedana Serdemê” cihê xwe girt, gelek şervan û fermandaran bi çalakîyên fedaî mohra xwe li dirokê xistin. Bûn xeta azadîya Efrînê.
Awesta Xabûr (Zelûx Hemo) ku yekem çalakîya fedaî li Efrînê li dar xist, rê li pêş çalakîyên din vekir. Piştî Awesta, Barîn Kobanê (Emîne Mistefa Omer), Karker Çîya (Dindar Bozan), Polat Efrîn (Merwan Omer), Îlan Kobanê (Ehmed Welo), Rêber Celal (Receb Ayar), Qehreman Cûdî (Remedan Bico), Rosyar Vejîn (Gulistan Hec Mislim), Vîyan Tolhildan (Gulistan Elî) û Xemgîn Efrîn (Îmad Sido) û gelek şervan û fermandarên din çalakîyên feadî pêk anîn.
Di destpêka Berxwedana Serdemê ya 58 rojan de şervanên YPG/YPJ’ê darbeyên pir giran li eskerên TSK û OSO xist. Bi taybet li Şêxûrzê, Basûtê, Gundê Mezin, Gobelê û Kîmarê û bi sedan cihên din darbe li ser darbeyan li Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê xist. Piştî dewleta Tirk sivîl kirin hedef û komkujî zêde bûn, di 16’ê Adarê de Rêveberîya Efrînê biryar da ku Gelê Efrînê bajar vala bike. Lê li alîyê din şervanên YPG/YPJ’ê jî biryar girtin ku rêbaza şer û berxwedanê biguherînin û li Efrînê dest bi şerê gerîllatîyê bikin. Piştre Odeya Xezeba Zeytûnan û Hêzên Azadîya Efrînê hatin avakirin. Salek e li Efrînê darbeyên giran li artêşa tirk û OSO dixe. Berxwedana xwe ya li Efrînê berdewam dike.
Rêveberîya Xweser a Demokratîk a Kantona Efrinê, di 18’ê Adarê de li Şahbayê daxuyanî da û têkildarî valakirinê wiha got: “Berxwedana Efrînê ketîye pêngavek nû. Ji bo em rê li pêş felaketa mezin a mirovahîyê bigirin, me biryar da ku em sivîlan ji bajar vala bikin.”
GELÊ EFRÎNÊ LI KAMPAN BELAV BÛN
Lê şervanên YPG/YPJ’ê rêbaza berxwedanê guhertin û li Efrînê dest bi çalakîyên rêbaza gerîlla kirîye. Berîya êrîşên Tirkîye bi boneya “dagirkerîyê rewa nîşan bide” li ser sînor konbajar ava kirin. Wisa fikirîn ku dê gel berê xwe bide wan û xwe bavêje hembêza wan. Tevî êrîşên giran, gelê Efrînê neçûn li konbajar bi cih nebûn û plana dewleta tirk pûç kir. Li Cihê ku êrîş giran bûn, welatîyên koç kirin ewil çûn li nava Efrînê bi cih bûn. Welatîyên koç kirin ji alîyê 53 komun û meclîsan ve hatin pêşwazîkirin. Piştî rêwîtîya koçerîya ewil, 175 hezar gelê Efrînê derbasî Kantona Şehbayê bûn. Gelê Efrînê ji alîyê gelê Şehba û rêveberîya Şahba ve hatin pêşwazîkirin. Gelê Efrînê li gund û bajarokên Ehres, Fafînê, Til Rifat û Kefernayê jî di navde li 50 gundan bi cih bûn. Dîsa bi hezaran Efrînî li 10 gund û bajarokên navçeya Şêrawa bi cih bûn. Hinek jî derbasî bajarokên Nubul û Zehra yên Helebê bûn. Di demek nêzîk de kamp ava kirin û li kampan bi cih bûn. Ewil Kampa Berxwedanê hat avakirin. li vir 3 hezar bi cih bûn. Piştre Kampa Serdemê ava bûn û 3 hezar bi cih bûn. piştre li kampa Efrînê 500, li Kampa Şehbayê 637 û li kampa Vegerê jî nêzî 100 kes lê dijîn. Efrînîyên ku li Şahba ji nûve jîyanek nû avakirin, li alîyê din li bendê ne ku hêzên azadîyê Efrînê azad bikin.
MA