Berlîn - Konvoya Tirkan bû sedema mirina Kurdekî 67 salî

.

 Li Berlîna paytexta Almanyayê konvoya Tirkan bû sedema mirina Kurdekî 67 salî.

26 Hezîranê piştî ku tîma neteweyî ya Tirkiyeyê li pêşberî Çekyayê bi ser ket, Tirkên li Berlînê bi konvoyekê li nav bajêr geriyan.

Di dema derbasbûna konvoyê de, otomobîleke ku Tirkekî 26 salî bi lezeke zêde diajot li cadeya Karl-Marxê ya Berlînê li welatiyê Kurd ê bi navê Saît T. da.

Li gorî malpera Civaka Azad – Navenda Têkiliyên Gel a Kurd a Almanyayê Saît T.yê 67 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Civaka Azad da zanîn ku gumanbarê 26 salî bi d kesên ku di heman otomobîlê de bûn bi otomobîleke din ji cihê bûyerê reviyane.

Heriha Civaka Azad ragihand ku gumanbar piştî saetekê xwe radestî polîsan kiriye.

Li gorî îfadeyên şahidan, alayên Tirkiyeyê bi otomobîlê ve hatine daleqandin.

Hat ragihandin ku piştî lêpirsîna li navenda polîsan ajokar serbest hatiye berdan.

Tevî mirina trajîk a Saît T., alîgirên Tirk heta derengiya şevê li seranserê Almanyayê pîrozbahiyên xwe domandin.

Gelek sîyasetmedar, komele û rêxistinên Kurd di destpêka Şampiyonaya Ewropayê (EURO 2024) ya îsal de li ser reftarên metirsîdar û tehdîdkar ên alîgirîn Tirk hişyarî dabûn.

Hevseroka Konfederasyona Civakên Kurdistanê ya Almanyayê (KON-MED) Rûken Akça ji malpera Junge Weltê re axivî:

Rûken Akçayê got, “Li vî welatî pîrozkirina şerên Tirkiyê yên li dijî kurdan ji aliyê alîgirên klûbên futbolê yên Tirkiyeyê yan jî tîma neteweyî ve êdî nayê paşguhkirin.

Çi li konvoya Dortmundê û çi jî li mîtînga Hambûrgê li gelek cihên Almanyayê sloganên nîjadperest hatin qîrkirin û silava “Gurên Boz” hat nîşandan.”

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye