Bernameya FîlmAmedê diyar bû

.

Di festîvalê de wê 31 belgefîlm bên nişandan. Beşek ji van belgefîlman ji hêla derhênerên Başûr û Rojhilatê ve hatine kişandin.

Festîvala 8an a belgefîlman FîlmAmed wê di navbera 27ê Îlonê û 1ê Çiriya Pêşiyê de li Amedê pêk bê. Di bernameyê de wê îsal 31 belgefîlm bên nişandan. Beşek ji van belgefîlman ji hêla derhênerên Başûr û Rojhilatê ve hatine kişandin.

Festîval wê 27ê Îlonê, roja Çarşemê li Şanoya Bajêr a Amedê, bi merasîma vekirinê dest pê bike. Di merasîmê de wê fîlmê bi navê “Zimanê Dayikê” yê derhênerê wê Sarkew Mesgarî ye, bê nişandan.

Di festîvalê de rojên din wê kurtebelgefîlm û belgefilmên metrajdirêj yên mîna “13ê Gulanê” yê Tariq Tofiq Qadir, “Çiya, bi nêrîna jinan” yê Rebwar Mahmoud Pour, “Cîhana di serê min de” yê Yalçin Çiftçî, “Bêdewiya nepen a Iraqê” yê Sahîm Omar Kalîfa bên nişandan.

Fîlmên derhênerên jin jî di bernameyê de ne 

Di festîvalê de hejmareke zêde fîlmên derhênerên jin hene. Fîlmê “Sîmir” yê Helîn Çelîkê, yê “Ez, dayika min û toz” yê Çagla Gîllisê, yê “Vegera Malê” yê Dîlan Engînê, yê “Hêza” yê Derya Denîzê çend fîlmên di vî beşî de ne.

Her weha wê çendîn derhênerên biyanî jî fîlmên xwe nîşan bidin ku Julia Lazarus, Pablo Tosco û Migue Roth hinek ji wan in.

Di bernameya festîvalê de wê 30ê Îlonê roja Şemiyê saet di 11.00ê de forûmek bi navê “Astengiyên li hember çêkirina belgefîlman” pêk bê. Bername wê li Salona Şanoya Bajêr ya Amedê pêk bê û derhêner û belgefîlmçêker wê beşdarî wê bibin û wê nêrînên xwe bînin ziman.

Bernameya FîlmAmedê wê 1ê Çiriya Pêşiyê roja Yekşemê bi nişandana fîlmê “Sidiq û Panter” ê Rêber Doskyî bi dawî bibe.

Fîlmên festîvalê wê li Şanoya Bajêr ya Amedê, Salona Sînemayê ya Bezgîn Bekîrî, Zarok MA û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê bên nîşandin. 

Ji bo zanyariyên zêdetir û bernameyê, bitikîne

Kurdistan Haberleri

Komîsyonê encamên fermî eşkere kirin: Kîjan partiyê çend deng standine?
Amerîka: Divê hikûmeteke ku xelkê temsîl dike bê derengî were avakirin
Ji Nûbiharê 4 kitabên bû
Partiyên Bakurê Kurdistanê: Encamên hilbijartinê li xelkê me pîroz bin
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (305)