Îro di merasîmekê de, bi amadebûna hejmarek ji fermandar û efserên Pêşmerge, Kemal Kerkûkî postê berpirsayetiya Mihwerê 5an a hêzên Pêşmerge li Rojavayê Kerkûkê, radestî Nûrî Heme Elî kir û biryar e di çend rojên dahatî de, Kemal Kerkûkî wekî berpirsê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê li parêzgeha Kerkûkê, dest bi kar bike.
Hate ragihandin, ku Kemal Kerkûkî berpirsayetiya Mihwerê Rojavayê Kerkûkê radest Nûrî Heme Elî kir.
Nûrî Heme Elî ragihand, ku ew ê erk û karên serbazî li wî mihwerî berdewam bike. Heme Elî diyar kir, ku guhertina postan, li ser biryara Serok Barzanî bûye.
Derbarê vekirina riya Hewlêr- Kerkûkê û mana Pêşmerge li sînorê Pirdê got: Em di wê baweriyê de ne ku hefteya dahatî, berî cejna Qurbanê, riya Kerkûkê bê vekirin. Pêşmerge jî wê li cihên xwe bimînin heya ku ferman bên dayin.