Cîgirê Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Şamê Elî Rehmûn ragihand ku Tirkiye di peymana di navbera Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de hatiye îmzekirin de heye.
Rehmûn derbarê “gelo li ser peymanê bi Tirkiyeyê şêwirî ne?” got:
“Bêguman, li ser wê yekê hatiye lihevkirin ku Tirkiye di avakirina aştiyê ya di navbera aliyên Sûriyeyê de roleke paşerojê hebe.
Ji bilî misogerkirina berjewendiyên hevpar ên di navbera her du welatên cîran de, bi awayekî ku serweriya wan biparêze.”
Cîgirê Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Şamê Elî Rehmûn anî ziman:
“Asayî ye ku Tirkiye di vê peymanê de alî be, çi rasterast an jî nerasterast.”
Rehmûn destnîşan kir ku mijara birêvebirina girtîgehan û deriyan dê di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de “hevpar” be.
Elî Rehmûn her wiha amaje pê kir ku “Sûriyeya paşerojê dê bi neçarî ne navendî be lê dê li ser şiklê nenavendîbûnê gotûbêj bên kirin.”
Elî Rehmûn tekez kir ku beşek ji fermandarên HSDyê û Rêveberiya Xweser dê pozîsyonên serkirdayetiyê di birêvebiriya Sûriyeyê û artêşê de bigirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer peymaneke ji heşt xalan pêk tê îmze kir.
Tê destnîşankirin ku, li ser bingeha civîna ku di navbera wan de pêk hat, li ser tevlihevkirina hemû dezgehên sivîl û leşkerî li bakurrojhilatê Sûriyeyê di nav birêvebiriya dewleta Sûriyeyê de hat lihevkirin.
Cîgirê Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Elî Rehmûn bû mêvanê Rûdawê pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Rûdaw: Peyman kengî hat îmzekirin? Tê gotin ku roja 9ê Adarê hatiye îmzekirin û 10ê Adarê hatiye ragihandin, gelo ev rast e?
Elî Rehmûn: Na, rastî ev e ku 9ê Adarê lihevkirin çêbû û îmzekirina wê 10ê Adarê pêk hat. Yanî doh êvarê an jî piştî nîvro, ev peyman hat îmzekirin. Her çend berî vê hevdîtineke dirêj di navbera General Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer de pêk hatibû ku tê de li ser komek prensîpan li hev kiribû ku doh di nava peymanê de hatibûn erêkirin.
Rûdaw: Ji bo gihîştina vê peymanê çi qas dem hat wergirtin?
Elî Rehmûn: Pêwendiyan piştî hevdîtina yekem zêdetirî mehek û nîvê dom kirin û gelek pêwendî hebûn heta ku dema guncaw hat, bi awayekî ku mafên her du aliyan biparêze û her wiha rewşa Sûriyeyê bi giştî xizmet bike û alîkariya derketina ji krîzên ku Sûriye tê re derbas dibe bike.
Ji ber vê yekê, têgihîştin û pêwendî ji aliyê her du aliyan ve erênî bûn û em dizanin ku karesata ku rejîma kevn em tê de hiştin ne tiştekî hêsan e lê bi hewldanên rastîn û nermiya General Mezlûm Ebdî ya bi Serok Ehmed Şer re, gihîştin vê peymanê.
Rûdaw: Gelo Amerîkayê rol lîst?
Elî Rehmûn: Helbet, ez dixwazim nîşan bikim ku ev peyman rehetiyeke giştî di nav hemû Sûriyeyian de çêkiriye, ne tenê di nav aliyên ku îmze kirine de. Ji aliyekî ve li qada Emewiyê duh xelkî pîrozbahiya vê peymanê dikir. Erê, Hevpeymaniya Navneteweyî û Amerîkayê roleke girîng di serkeftina vê lihevkirin û peymanê de lîst.
Rûdaw: Rola Fransa, Brîtanya û Qeterê di vê peymanê de çi heye?
Elî Rehmûn: Rastî, min agahiyên berfireh li ser rola Qeter an Brîtanya nînin lê derbarê Fransayê, em helwestên wê yên meha borî û daxuyaniyên Serokatiya Fransayê bi bîr tînin, bi taybetî ku Fransa beşeke girîng a Hevpeymaniya Navneteweyî ye. Wan 13ê Adara borî ragihand ku divê HSD bibe beşek ji Artêşa Sûriyeyê, ev yek jî roleke rastîn di hêsankirina gelek karên lojîstîkî û diyalog û hevdîtinan de lîst ku bûne sedema vê têgihîştinê. Helbet, ez dubare dikim ku ev jî bi çavdêriya Amerîkî pêk hat, ji ber ku Hevpeymaniya Navneteweyî ji ber hebûna wê ya li bakurrojhilatê Firatê roleke navendî hebû. Mirov dikare bibêje ku Maestroyê Amerîkî bingeha serketina vê peymanê bû.
Rûdaw: Li ser Tirkiyeyê, gelo derbarê vê peymanê şêwir bi wan re hat kirin?
Elî Rehmûn: Bêguman, Tirkiye dewleteke herêmî ye û berjewendiyên wê hene ku ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve hewl dide bi dest bixe. Ew endamê NATOyê ye jî û ji ber vê yekê ew hevpareke Amerîkayê ye, lewma diviyabû bi wan re şêwir hatiba kirin.
Li ser vê hatiye lihevkirin ku Tirkiye di paşerojê de di bicihkirina aştiyê di navbera aliyên Sûriyeyê de roleke hebe û her wiha garantiya berjewendiyên hevpar di navbera her du welatên cîran de bike, bi awayekî ku serweriya wan biparêze. Asayî ye ku Tirkiye, rasterast an nerasterast, aliyekî vê peymanê be, nêrîna rola wê di destêwerdana di mijarên Sûriyeyê de ji destpêka şoreşê ve heye. Ez bawer dikim ku stratejiya Tirkiyeyê îro hewl dide ku cure aramiyekê li Sûriyeyê pêk bîne û hin komên çekdar kontrol bike ku di bin parastina dewlet an Hikûmeta Tirkiyeyê de kar dikirin û hîn jî dikin.
Rûdaw: Derbarê garantiyan çi heye? Ji bo bicihkirina vê peymanê çi garantî hene?
Elî Rehmûn: Di rastiyê de, girîngtirîn garantiya ji bo bicihkirina van prensîp an vê peymanê, daxwaza her Sûriyekî ye ku her peymanek di navbera Sûriyeyiyan de pêk tê serkeftî be. Em wekîî Sûriyeyî, ji xwîn û şer têr bûne û ji ber vê yekê, daxwaza Sûriyeyiyan ji bo bicihkirina vê peymanê ku aramî û aştiya civakî misoger dike, girîngtirîn garantî ye. Wisa ye, garantiya bingehîn Sûriyeyî bi xwe ne û daxwaza wan a ji bo bicihkirina aştiyê ye.
Bêguman, garantiyên navneteweyî û herêmî ji bo serkeftina peymanê jî pêwîst in lê îradeya Sûriyeyê faktora sereke ye û ez bawer dikim ku ew bi rastî di bicihkirina vê lihevkirinê de cidî ne.
Em dizanin ku HSD salên borî roleke bingehîn lîstiye di parastina aramî û ewlehiya li bakurrojhilatê Firatê de û ev nîşaneyeke erênî ya cidiyeta wê di bicihkirina xalên peymanê de ye.
Ji aliyê din ve, serokê demkî jî gavên cidî ber bi pêkanîna aramiyê li Sûriyeyê ve diavêje an nê wî dê ji bo lihevkirinê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re û kirina wan wekîî beşeke sereke û girîng di parastina ewlehî û aramiyê de bi sedema rola wan a neteweyî ya aktîf di parastina û hiştina aştiya civakî li Sûriyeyê neçûba.
Rûdaw: Gelo ev peyman dê bandorê li ragihandina Destûra ku niha li ser tê xebitîn bike?
Elî Rehmûn: Bêguman, ev peyman dê bandoreke erênî li ser prensîpên destûrî yên demkî bike û an jî divê hin xalên vê peymanê di nav van prensîpên destûrî yên demkî de bên dîtin, bi rêya beşdarîkirina di nivîsandina wan de. Ji ber ku êdî dualî nema ne lê her kes bûne yekalî wekîî aliyê Sûriyeyî. Wisa ye, her kes berpirsyar e ku ew raman û beşdariyên xwe di nivîsandina destûra demkî ya Sûriyeyê de û di paşerojê de hebe.
Ji ber vê, ev peyman dê bi rastî bandoreke erênî li ser xalên ku wekî ez bawer dikim, em ê di demeke nêzîk de bibînin, bi awayê ku ewlehî, aramî û aştiya civakî li Sûriyeyê bi rêya beşdariya hemûyan an nûnerên hemû aliyan di van prensîpên destûrî yên demkî de hebin.
Ev prensîp bûne xwediyê girîngiyeke mezin û divê bilez bên ragihandin da ku hewl bidin ku hincetan asê bikin û ji destên kesên ku tevliheviyê derdixin bigirin ku gihîştiye asteke binpêkirinên mezin li dijî gelê me yê Sûriyeyê yê li berava Sûriyeyê pêk tînin. Heke qanûnek û prensîpên destûrî hebin ku mirovan berpirsyar û bidarizînin em dê îro negihîştibin rewşa ku em îro tê de ne bi komkujiyên rastîn li beravên Sûriyeyê.
Ji ber vê, bilezkirina bicihkirin an danîna prensîpên destûrî dê mafên mirovan biparêze, wekheviya di navbera wan de misoger bike û dê bingeha pabendbûna bi qanûnê li şûna pabendbûna çekan bi cih bike.
Rûdaw: Te behsa bûyerên li beravê kir û tu jî ji parêzgeha Laziqiyeyê yî loma dixwazim ji te bipirsim, ev peyman dê çawa bandorê li rewşa berava Sûriyeyê bike?
Elî Rehmûn: Di rastiyê de, ev peyman dê bandoreke erênî ya mezin li ser nerihetiya şerê navxwe ya li berava Sûriyeyê bike, bi rêya hebûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk a di nava artêşa Sûriyeyê de ku em hêvî dikin roleke wê di parastina ewlehî û aramiyê de hebe, ji ber bawerpêkirina wan û ewlehiya wan a di nav piraniya Sûriyeyan de, bi taybetî li beravên Sûriyeyê.
Me gelek deng berî gihîştina vê peymanê bihîstin ku daxwaza hebûna HSDyê dikirin, ji ber ku ew aliyekî nêzîkî bêalîtiyê di navbera aliyên nakokî de ye û her wiha ji ber ku ew li ber çavê gelê Sûriyeyê xwedî bawerî ye, wekî ku di dema hebûna xwe li bakurrojhilat de nîşan dane.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk hewl da ku ewlehî û aştiya civakî li herêmên bakurrojhilatê Firatê biparêzin û ji ber vê û li ser bingeha vê tecrûbeyê, dê roleke mezin û piştgir di parastina aştiya civakî de hebe, bi taybetî bi rêya rola xwe ya di nav Artêşa Sûriyeyê de ku em hîn jî wê wekî artêşeke qanûnî û fermî ku xurt û disîplîn e û dikare ji ewlehiya welatiyên xwe xwedî derkeve, winda dikin.
Ji ber ku ewlehiya welatiyan berpirsyariya dewletê ye û dewlet bi rêya saziyên xwe û artêş wekî saziyek ji saziyên wê, hebûna HSD di vê saziyê de dê roleke pir bibandor hebe.
Wekî kurekî beravê, krîzeke baweriyê li dijî gelek komên ku ketin nav berava Sûriyeyê û kiryarên hovane di gelek gundan de pêk anîn çêbûye û ji ber vê yekê ev kom dê têkûz cihê baweriyê nebin heke ew li berava Sûriyeyê bimînin.
Ji ber vê sedemê, ev peyman dê aştiya civakî xurt bike û dê roleke bandorker û rasterast di baştirkirina rewşê de hebe û ev peyman bûye cihê rehetiya mezin di nav kesên ji berava Sûriyeyê de, bi taybetî piştî rewşa trajîk ku wan hefteya borî jiyan.
Rûdaw: Em vegerin ser mijara Destûrê, li gorî peymanê dê naskirina destûrî ya mafên Kurdan hebe, ev naskirina destûrî dê di çi şiklî de be?
Elî Rehmûn: Di rastiyê de, ev hûrgilî dê bi rêya komîteyên ku dê di demeke nêzîk de bên avakirin werin bicihkirin û hîn li ser pêkhatina wan nehatiye lihevkirin.
Pêşî, Kurd gelekî resen e û li ser axa Sûriyeyê heye û ev kêmtirîn tişt e ku mirov di destûrê de îfade bike, ji ber ku ew pêkhateyeke resen a Sûriyeyê ne û bi vî awayî divê nasîna vê yekê prensîpa yekemîn be. Ez bawer dikim ku hûrgiliyên vê naskirinê dê bi rêya komîteyên pêwendîdar bên diyarkirin.
Îro em ne di rewşeke de ne ku qala vê mijarê bikin, ji ber ku ez ne qanûnnivîsek an jî pisporekî destûrî me lê wekî ku me di peymanê de dît, gelek xal hene ku girîngiyê didin hemû netewe û etnîsîteyên Sûriyeyî.
Rûdaw: Gelo her dosya dê bi awayekî cuda û bi rêya komîteyeke taybet were nîqaşkirin?
Elî Rehmûn: Ez bawer dikim ku nîqaşên li ser xalên cuda dê bi rêya gelek komîteyan pêk bên, yanî kesên ku di komîteya birêvebiriyê de kar dikin dê heman kesên di komîteya leşkerî de nebin û kesên ku di komîteya destûrî û qanûnî de kar dikin dê pêwendiya wan bi komîteya leşkerî re nebe.
Ji ber vê, dê komîteyên pisporî li gorî pisporiyê hebin, bi awayekî ku encamên wan tevafuqa neteweyî pêk bînin û têgeha welatîbûna Sûriyeyê di navbera herêmên cuda de xurt bikin, çi li bakur û rojhilat an li bakur û rojavayê, an jî li seranserê Sûriyeyê.
Piştî vê peymanê, dê rojhilat û rojava û bakur nemîne, em hemû dê Sûriyeyî bin ku li ber çavê qanûnê wekhev in, em xwediyê heman mafan in û heman erkan li ser me hene. Û ev tişt dê bi rêya komîteyên pêwendîdar, wekî ku ez bawer dikim, bên lêkolînkirin.
Rûdaw: Derbarê dosyaya petrolê çi heye? Niha çi qas petrol ji herêma Bakurrojhilatê Sûriyeyê ji hikûmeta Şamê re tê şandin? Gelo li ser zêdekirina vê rêjeyê peyman çêbûye?
Elî Rehmûn: Ez bawer dikim ku dê tu pirsgirêk di mijara petrolê de çênebe, ji ber ku mijar ne nakokiyeke li ser nisbetan an jî miqdarên e û dê ti nakokî li ser miqdar an jî rêbazên ragihandinê tune bin.
Em di Meclisa Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser de bawer dikin ku petrola Sûriyeyê ya gelê Sûriyeyê ye û ji ber vê yekê, dewlemendiyên xwezayî mafê hemû Sûriyeyiyan e. Ji ber vê, bi temamî dê ti nakokî li ser van mijaran çênebin dema ku ew bi rêya saziyên berpirsyar bên birêvebirin.
Rûdaw: Niha çi qas petrol tê şandin?
Elî Rehmûn: Bi rastî, min agahiyên rast li ser miqdarên ku niha tên şandin nînin, ji ber ku saziyên li ser vê mijarê berpirsyar hene û ez ne berpirsyarê hejmara bermîlên ku ji bo paşxaneyên petrolê an tiştên weha tên şandin im.
Ev hûrgilî dê paşê bên eşkerekirin û niha ne xema sereke ne, ji ber ku miqdarê petrolê ku tê şandin an jî dikare bê şandin dê nebe mijareke nakokiyê, ji ber ku petrol a hemû Sûriyeyiyan e.
Rûdaw: Dosyayeke din heye ku dixwazim li ser biaxivim, ew jî dosyaya girtiyên DAIŞê yan jî girtîgehên DAIŞê ye. Gelo dê di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hevpeymaniya Navneteweyî de bimînin? Yan jî derbarê vê dosyayê jî gotûbêj hatine kirin?
Elî Rehmûn: Ez bawer dikim ku yek ji xalan dikare wisa be ku birêvebirî hevpar e bi dewleta Sûriyeyê re û ji ber ku birêvebirî û HSD bûne beşek ji dewleta Sûriyeyê, nexwe ne pirsgirêk e. Lê belê dibe ku girtîgeh di bin çavdêriya HSD û bi çavdêriya Hevpeymaniya Navneteweyî de bimînin û ev jî mijareke hûrgilî ye û ne pirsgirêk e heta ku HSD û Birêvebiriya Xweser bûne beşeke bingehîn û sereke ya dewleta Sûriyeyê.
Ji ber vê, heke HSD bê berpirsyarkirin ku van girtîgeh an kampan birêve bibin, an jî ew bibin berpirsyariya yek ji saziyên dewleta Sûriyeyê, dê tu pirsgirêk nebe heta ku ew niha beşek ji dewleta Sûriyeyê ne.
Divê em zelal bikin jî ku girtîgehên li bakur-rojhilatê Firatê ku tê de girtiyên DAIŞ hene, bi rastî emanetek di destê HSD de ne û mafê lêkolîn an darizandina wan nîne, ji ber ku ev mijar biryarek Navneteweyî bi rêberiya Hevpeymaniya Navneteweyî ye.
Ji ber vê, çi dewleta Sûriyeyê li ser berpirsyar be an jî hêzên HSD, kesê ku di bingehê de û di dawiyê de li ser vê mijarê berpirsyar e Hevpeymaniya Navneteweyî ye.
Rûdaw: Derbarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk çi heye? Gelo dê bi navê xwe bimînin an dê bibin beşeke artêşa Sûriyeyê bi navekî din?
Elî Rehmûn: Li vir em dikevin qada guman û îhtimalan. Dibe ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk wekî xwe bimîne, dibe ku bibe beşeke Artêşa Sûriyeyê.
Rûdaw: Gelo derbarê vê mijarê agahiyên te yên piştrast hene?
Elî Rehmûn: Rastî, tevî ku daxwaza min e ku HSD wekî xwe bimînin, dibe ku li ser vê yekê were lihevkirin ku ew bibin beşek ji Artêşa Sûriyeyê di bin navekî din de be. Nav ne pirsgirêk in qasî girîngiya ku ev hêz garantiya parastina dewleta Sûriyeyê bin.
Rûdaw: Navên ku tên pêşniyarkirin çi ne?
Elî Rehmûn: Ji ber ku diyalog û gotûbêj û komîte hene ku dixebitin ku bigihîjin peymanên, dê mijar li gorî lihevkirinên ku tê gihîştin, were çareserkirin.
Her gotûbêj an diyalogek hewce dike ku ji her du aliyan ve destan berdan hebe û dûrxistina ji her raman an navekî diyarkirî standarda bingehîn a serkeftina pêvajoyê ye. Nav ne xwediyê girîngiyeke mutleq in, heke navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bê parastin, ev kêmasiya dewleta Sûriyeyê nîne û heke ew bibin beşek ji Artêşa Sûriyeyê bi navekî din, ev cewherê mijarê naguherîne.
Heta ku navê Sûriyeyê û demokrasiyê hebe, navlêkirin ne mijara sereke ye. Tu dikarî navekî din ji bo destpêka hevokê hilbijêrî û ev bi tu awayî dê nebe pirsgirêk.
Rûdaw: Ev bi diyalogê ve girêdayî ye, çarenûsa Rêveberiya Xweser dê çawa be? Gelo ev birêvebirî dê bimîne yan dê di bin dezgeheke navendî de bi navekî din be?
Elî Rehmûn: Ez bawer dikim ku Sûriyeya pêşerojê dê bi neçarî ne-navendî be, lê şeklê vê ne-navendiyê dê were gotûbêjkirin, ji ne-navendiya birêvebirî ya berfirehbûyî heta ne-navendiya erdnîgarî li ser bingeha erdnîgarî.
Ji ber vê, ev mijar dê bikeve bin nîqaşa komîteyên pisporî ku dikarin li ser diyarkirina navkirinê bixebitin. Lê ji hêla prensîpê ve, li ser vê hatiye lihevkirin ku birêvebirî bimîne, çi bi navê xwe yê niha an bi navekî din, lê bi cewherê xwe yê giştî, li ser vê hatiye lihevkirin ku taybetmendiya Birêvebiriya Xweser di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de bimîne.
Rûdaw: Erê, gelo dê hêz ji deverên din bên ser sînorê di navbera Rojava û Tirkiyeyê, yan dê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bimînin?
Elî Rehmûn: Dema ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk bûne beşek ji Artêşa Sûriyeyê, her hêzek ku ji Artêşa Sûriyeyê tê nûnertiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk dike û Hêzên Sûriyeya Demokratîk nûnertiya Artêşa Sûriyeyê dikin û ji ber vê qet ne pirsgirêk e.
Ya girîng parastina sînorên Sûriyeyê ye, çi li bakur-rojhilat an bakur-rojavayê, an li başûr û ev ne mijareke nakokiyê ye, bi taybetî ji ber ku li ser vê hatiye lihevkirin ku erkê sereke yê artêşê parastina sînoran e.
Ji ber vê, li her deverê ku Artêşa Sûriyeyê hebe, ew hêzeke neteweyî ye bi awayekî berbiçav û tu pirsgirêk tune ye di nav her hêzên ku fermandarên artêşê di pêşerojê de biryar bidin. Û ez bawer dikim ku beşek ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk dê bibin beşek ji fermandarên Artêşa Sûriyeyê û ji ber vê, biryar dê di destê wan de be ku ya herî guncaw ji bo her herêma sînorî ya Sûriyeyê diyar bikin.
Lê belê derbarê deriyên sînorî de, li ser vê hatiye lihevkirin ku dê di destpêkê de hevpar be di navbera Birêvebiriya Xweser û Dewleta Sûriyeyê ya demkî de, heta ku li ser hemû mijaran di peymana dawî de were lihevkirin.
Lê belê hûrgiliyên vê mijarê, îro zehmet e ku mirov li ser texmîn bike û ji ber vê komîteyên pisporî hatin avakirin ku xalên dawî li ser vê peymanê datînin.
Rûdaw: Li ser dosyaya vegera koçberan, gelo rast e ku Kurdên koçber ên ji Efrînê dê heta dawiya vê mehê bi awayekî giştî vegerin gund û herêma xwe?
Elî Rehmûn: Pêşî, li ser vegera koçber û bêcihbûyiyan ji bo malên wan hatiye lihevkirin û ev tevlî Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî û herêmên din dike.
Lê belê diyarkirina dema vegerê di dawiya mehê de ne durist e, ji ber ku tu dema diyarkirî ya fermî tune ye lê ji hêla prensîpê ve, li ser vegerîna penaber û bêcihbûyiyan bo herêmên wan lihevhatiye.
Ji ber vê, divê dem were dayîn ji bo pêkanînên pratîkî yên vê mijarê û misogerkirina vegeriyana hêsan û ewle. Ne pirsgirêk e heke ew di dawiya mehê de, an di cejnê de, an piştî wê bi demeke kurt vegerin, ya girîng ev e ku li ser vegerîna wan lihevkirinek bingehîn heye.
Ez bawer dikim ku dê bernameyên rêkûpêk bên danîn ji bo hêsankirina vegerîna dilxwazî û ewle, bi dayîna piştgiriya pêwîst, ji ber ku malên wêranbûyî, yên talankirî an dizîkirî hene û ji ber vê, divê alîkarî ji van xelkê re bê dayîn ku bi awayekî ewle vegerin malên xwe û bi awayekî ku şerefa wan û mirovahiya wan biparêze û ev hin dem hewce dike.
Rûdaw: Herêma Efrînê dê çawa were birêvebirin?
Elî Rehmûn: Wekî ku min got, ev hûrgilî bi vegerîna Efrînê wekîe beşek ji dewleta Sûriyeyê û axa Sûriyeyê ve girêdayî ye û ji ber vê mirov dikare li ser mekanîzmaya birêvebiriyê lihev bike. Û meyleke giştî heye ku hemû herêm ji aliyê xelkê xwe ve bên birêvebirin û ev prensîpeke giştî ye di çarçoveya ne-navendiyê de.
Ji ber vê, niha diyarkirina şeklê ne-navendiyê zû ye û çêtir e ku mirov rê bide her du aliyan ku ramanên xwe pêşkêş bikin û ji hin helwêstan destan berdin da ku lihevkirinan misoger bikin ku ewlehî û aramî û aştiya civakî misoger dikin. Û ev ya herî girîng e, bi dîtina min.
Ji ber vê, her pêkanînek ku van armancan pêk tîne divê were bicihkirin, çi bi rêya avakirina
Rûdaw: Pirsgirêka Minbicê dê çawa were çareserkirin? Gelo hîn jî forma birêvebiriya wê pirsgirêk e?
Elî Rehmûn: Ez bawer dikim ku girîngtirîn mijar li Minbicê pêşî derxistina komên cîhadî ye, wekî El-Emşat û yên din ku heta îro xwe belav nekirine.
Ji ber vê, Minbic dê yek ji yekemîn herêman be ku divê ev kom jê derkevin û tiştê ku li Minbicê tê tetbîqkirin dê li herêmên din jî were tetbîqkirin. Ew misoger e ku rewş wê wekî niha bi heman dest û rêbaz û mekanîzmayê, çi li Minbicê an li herêmên din ên Sûriyeyê, namîne.
Ev mijar dê bi rêya komîteyên berpirsyar ên rêvebirina van herêman were çareserkirin, ku komîteyên birêvebirî, bi hevkariya dewleta Sûriyeyê, dê biryarên pêwîst bigirin û her wiha Birêvebiriya Xweser dê di rêvebirina dewleta Sûriyeyê de hevpar be û tiştê ku li ser tê lihevkirin dê li Minbic, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê were bicihkirin.
Rûdaw: Gelo mimkun e ku Mezlûm Ebdî wekî cîgirê serokê komarê were hilbijartin?
Elî Rehmûn: Şexsî, ez hêvî dikim ku ew bibe cîgirê serokkomariyê, heta ku ew bibe fermandarê artêşê jî, lê divê em hevsengiyên navxweyî jî di çav de bigirin.
Serok Ehmed Şer di her peymana Sûrî-Sûrî de rastî zextên mezin tê û em nikarin wisa bifikirin ku ew di rewşeke rehet de ye ku hemû bijarên xwe azadane bigire. Gelek kom hene ku naxwazin tu lihevkirinek di navbera Sûriyeyan de çêbibe û ev dikare bibe asteng li pêşiya biryarên diyarkirî.
Lê belê, divê Mezlûm Ebdî di artêş an dewleta Sûriyeyê de rolek hebe. Û dibe ku kesayetiyên din ji Meclisa Sûriyeya Demokratîk, an HSD, an Birêvebiriya Xweser, pozîsyonên birêvebiriyê di dewleta Sûriyeyê de bigirin, çi di serokatî an hikûmetê de.
Em ne daxwazkarên pozîsyonan in, lê em ji tiştên ku hemwelatîtiya Sûrî, dadperwerî, wekhevî û aramiyê pêk tînin re girîngiyê didin. Tiştê ku em lê digerin avakirina Sûriyeke demokratîk e, bêyî ku nav û pozîsyon girîng bin. Ya girîng ev e ku qanûnek xurt hebe ku hemûyan rêve dibe û ji ber vê qanûn dibe garantî ne kes. Lê di destpêkê de bêguman kes di bicihkirinê de rolek dilîze.
Rûdaw: Eger ne di serokatiyê de be, ti çi pozîsyonê ji bo Mezlûm Ebdî di hikûmet an dewleta Sûriyeyê de pêşbînî dikî?
Elî Rehmûn: Tu daxwazî yan hêviyê dixwazî an tu dixwazî ku ez biryar bidim mînak?
Rûdaw: Li gorî hevsengî û rastiyên heyî.
Elî Rehmûn: Heke ez biryara dewleta Sûriyeyê bidim, ez ê wî ji bo pozîsyona serokatiya komarê pêşniyar bikim.
Lê di rastiyê de, ez qet nikarim tu texmîn an pêşbîniyekê di vê mijarê de bidim, bi taybetî ji ber ku El-Şere' heta îro bi tu siyasetmedarê Sûrî re nerûniştiye an bi tu siyasetmedarê Sûrî re gotûbêj nekiriye. Ji ber vê, zehmet e ku ez texmîn bikim ka El-Şere' û ekîba wî ya ku bi General re axiviye, çi difikirin. Îro, diyalog bi şêweyekî bingehîn di navbera leşkerî de ye, ne di navbera siyasetmedar an sivîlan de.
Rŭdaw