Berpirsê Navenda Fransayî ya Lêkolînan li ser Îraqê Adil Baxewan îro (Şemî, 12.04.2025) di derheqa serdana fermî ya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo Hewlêrê û pêşwazîkirina wî ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de ji malpera K24ê re axivî.
Li dû gotinên Berpirsê Navenda Fransayî ya Lêkolînan li ser Îraqê, Serokwezîrê Îraqê ji bo danûstandinên li ser pênc pirsan hatiye Hewlêrê:
1. Hilbijartinên bên ên Civata Nûnerên Îraqê.
2. Mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê.
3. Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê.
4. Pirojeya Rêya Pêşxistinê.
5. Destpêkirina danûstandinên navbera Îran û Amerîkayê.
Adil Baxewan herwesa got, “Tewerekî serekî yê civînên Sûdanî û berpirsên Herêma Kurdistanê dê hilbijartinên bên ên Îraqê be. Helwestê niha yê Sûdanî lawaz e. Bi dirêjahiya dîrokê, hemî serokwezîrên Îraqê dema helwesta wan bihêz be, Kurd piştguh xistine. Lê dema helwesta wan lawaz bûbe, qesta Kurdan kiriye. Li Îraqê bi awayekî nefermî bingehek hatiye danan, nabe çi serokkomar û serokwezîr du caran eynî postî werbigirin, lewma di wê çarçoveyê de, Sûdanî hatiye ku piştevaniya Kurdan bi dest bixe, ji bo ku givaştinan bixin ser siyasiyên Bexdayê ku dubare wî bikin Serokwezîr.”
Navbirî amaje jî da, “Serokwezîr Sûdanî nekariye arêşeyên serekî yên navbera Hewlêr û Bexdayê çare bike, xasma jî her du pirsên mûçeyan û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê.” Red jî kir ku çi wezîrekî Îraqê rê li xerckirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê girtibe û got, “Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samî tenê fermanberek e ne zêdetir, ê ku biryara xerckirin an rawestandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê dide Serokwezîr e. Rast nîne ku tê gotin filan wezîrî rê girtiye. Arêşe ew e ku, gelek caran berpirsên Bexdayê tiştekî dibêjin û tiştekî din dikin, yanî gotinên xwe nakin kiryar, lewma ez li wê bawerê me ku Sûdanî di çarekirina arêşeyên mûçeyan de serkeftî nebû.”
Berpirsê Navenda Fransayî ya Lêkolînan li ser Îraqê ron jî kir, “Ev nêzî çar salan e ku Sûdanî Serokwezîr e û tenê pênc caran hatiye Hewlêrê. Hejmara serdanên wî gelek nîne û diviyabû bi kêmî ve heta niha karîba arêşeya mûçeyan, ku mafê herî destpêkî yê fermanberên Herêma Kurdistanê ye, çare kiriba. Li ser mijara hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê jî her bi wî awayî ye. gelek caran di vî warî de danûstandin tên paşxistin an her nayên kirin.”
Adil Baxewan li ser danûstandinên Amerîka û Îranê û bandora wan li ser Îraqê got, “Lihevkirina Waşinton û Tehranê li rêza yekê di berjewendiya Îraqê de ye, ji ber ku wê demê ihtîmaleke zêde heye ku komên çekdar û Desteya Heşda Şebî bên hilweşandin. Eger lihevkirin nehat kirin jî, ihtîmaleke mezin heye ku Îran bi Amerîkayê re rûbirûyî şerekî giran û berfireh bibe û hingê Îraq jî ji bo nav wî şerî tê rakêşan. Ji aliyekî ve Îran dixwaze Îraqê di berjewendiya xwe de bi kar bîne û ji aliyekî din ve jî Amerîka, lewma ji bo Bexdayê gelek giring e ku danûstandinên Umanê encamekî erênî hebe û her du alî bigehin lihevkirinê. Eger ne, paşeroj dê gelek xirab be û ew welat dê tûşî gelek kirîzên cuda cuda bibe.”
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Şemî, 12.04.2025) gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwaziya wî hat kirin.
Paştir her du serokwezîran li hola pêşwaziyê ya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji bo dema nêzî 15 deqîqeyan danûstandin kirin. paşî Serokwezîrê Îraqê ber bi Pîrmamê ve bi rê keft û li wê derê bi Serokî Barzanî re civiya.
Baregayê Barzanî di ragehandinekê de amaje da, “Di wê hevdîtinê de danûstandin li ser rewşa siyasî û dawî guhertin û pêşhatên li ser astê herêmê û deverê hatin kirin.”
Wê ragehandinê herwesa gotiye, “Serok Barzanî û Sûdanî tekez li ser hevahengiya navbera aliyên Îraqî ji bo nehêlana kirîz û qebxwazî û çareseriyên arêşeyan kir.”