Berpirsê Pêwendiyên Hizba Demokrat: Bombebaran û êrîş bandor li me nakin

.

 Berpirsê Pêwendiyên Hizba Demokrata Kurdistan a Îranê behsa êrîşa mûşekî û dronên Îranê li ser binkeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê dike û daxwaz ji civaka navnetewî dike bêdeng nebin.

Îro 28.09.2022yê Berpirsê Pêwendiyên Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê Mihemed Salih Qadirî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em di rawestekekî giring ê dîrokî de ne. Piştî şehîdkirina Jîna Emînî xelkê Rojhilatê Kurdistanê xwedî li derketina beyanameya partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir û bangevaziya li hember Îranê berxwebidin û rêgirbin li destdirêjiyên Îranê yên li ser canê xelkê me xwedî derket. Ji aliyeke din ve Îran ji ber şikesta xwe ya piştî serhildanên li Tehran, Meşed û navçeyên Kurdistanê, naha dixwaze şikesta xwe bi wan êrîşan qerebû bike.’’

Herwaha got: ‘’Îran destparêziyê nake û binkeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kiriye armanc û cîhê xelkê sivîl û dibistan û cîhên giştî kirine armanc. Ji ber rewşa Kurdistanê, partiyên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên xwe rawestandine, lê naha derket Îran destparêzgariyê nake.’’

Berpirsê Hizba Demokrat got: ‘’Ev êrîşe bandorê li me nake, berevajî wê dê me yekgirtîtir bike wek partiyên rojhilat, wekî kurd û emê berdewambin di xebat û xebatên me bihêztir bike.’’

Kurdistan Haberleri

Serokkomarê Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir
Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dronan daxuyanî da
Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn