Berpirsekî Amerîkî bi maskê ala Kurdistanê derket pêşberî kamerayan

Şaredarê bajarê Nashvilleyê di konferansa rojnamevanî ya rojane de bi maskeyeke ku bi ala Kurdistanê hatîye nexşandin derket pêşber kamerayan.

Navenda Nûçeyan - John Cooper, Şaredarê bajarê Nashvilleyê di konferansa rojnamevanî ya rojene de ku taybet bi vîrusa koronayê, bi maskeyekî bi ala Kurdistanê hatîye nexşandin derket pêşberî kamerayan.

Li bajarê Nashvilleyê ser bi wîlayeta Teksasê ve ye û hejmareke zêde ya Kurdan lê dijîn û weke ‘Kurdistana Biçûk’ tê zanîn.

Li gor hinek amaran, nêzik, 15 hezar rûniştvanên wî bajarî Kurd in.

Li bajarê Nashvilleyê heta niha 3322 kes bi vîrusa koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 630 kes baş bûne û 32 kesan jî canê xwe ji dest dane.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e