Berpirsekî YNKê: Mela Bextîyar dibe cîgirê Kosret Resûl

Berpirsekî malbenda Hewlêrê yê YNKê aşkera kir, endamê encûmena bilind a sîyasî û berjewendîyên YNKê Mela Bextîyar dê peywira cîgirê serokê encûmenê vergire.

Navenda Nûçeyan- Koordînatorê malbenda 3 ya Hewlêrê ya YNKê Selah Bapîr ji BasNewsê re ragehand, Mela Bextîyar dê wek cîgirê serokê encûmena bilind a sîyasî û berjewendîyên YNKê ango wek cîgirê Kosret Resûl Elî dest bi kar bibe.

Berî naha heftenameya Bas di raportekî de aşkera kiribû li ser desthilatên encûmena bilind a sîyasî ya YNKê, ku pêwîste di peyrewa partîyê de bê dîyar kirin, nakokîyên zêde di navbera baskên YNKê de hene.

Encûmena bilind a sîyasî ya YNKê ji 9 kesan pêktê, ku di kongreya çarem a partîyê de bê helbijartin rasterast hatin destnîşan kirin û navên wan 9 kesan waha ye: ‘’Mela Bextîyar, Erselan Bayiz, Şêx Cehfer Şêx Mistefa, Omer Fetah, Hakim Qadir, Dilêr Seyid Mecîd, Ednan Muftî û Hêro Îbrahîm Ehmed.’’

Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e