Şandeke payebilind a rêveberiya Rojavayê Kurdistanê roja Sêşemê serdana nûneratiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Stockholmê kir. Hevdîtinên bi vî rengî kêm in, ji ber ku di van salên dawî de ji ber nakokiyan têkiliyên her du rêveberiyan aloz bûne, lê berpirsekî Rojava roja Çarşemê ji Rûdawê re ragihand ku her du alî li peywendiyên baştir digerin.
Serokê Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di van rojên dawî de bi serokatiya şandeke Rojava ya li Ewropayê, bi rayedarên payebilind re di nav de Wezîra Derve ya Swêdê Anne Linde civiya. Şandê li Stockholma paytexta Swêdê roja sêşemê serdana nûneratiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Stockholmê Şiyar Elî roja Çarşemê ji Rûdaw Îngilîzî re axivî û got “Me li ser rewşa Swêdê û çalakiyên me yên li welêt nîqaş kirin.”
Herwiha Şiyar Elî diyar kir ku wan behsa hevdîtinên dawî yên opozîsyona Sûriyê ya li Swêdê kiriye.
Şiyar Elî ji Rûdawê re got jî “Li Swêdê em pir çalak in. Ti pirsgirêkên nûneratiyên Rojavayê Kurdistanê nînin û em her tim li ser xebatên hevbeş ji bo berjewendiyên gelê xwe gotûbêj dikin. Em şîretan dikin û li hev guhdarî dikin. Dema em mêvanan pêşwazî dikin ew jî dibin mêvanê nûnertiya Kurdistanê, bi hev re xwarinê dixwin.”
Li aliyê din Şiyar Elî diyar kir ku ew hêvî dike ku di navbera nûnertiyên Rojava û n Herêma Kurdistanê yên li welatên din ên rojava de peywendiyên bi heman rengî çêbibin û divê her du rêveberî di hundir de jî hevkariyê bikin û wiha got "Her Kurd wê bi vê serbilind be."
Şiyar Elî di beşek axaftina xwe de got jî “Plana me heye ku em şandek ji nûneratiyên Rojava û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bişînin Rojava… Em hêvîdar in ku em van peywendiyan di berjewendiya gelê xwe de bikar bînin.”
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Stockholmê Şoreş Qadir îro Çarşemê ji Rûdaw Îngilîzî re ragihand, ku wan li Swêdê ligel Îlham Ehmed hevdîtinek pêk anîne.
Qadir diyar kir ku her du alî civîneke “dostane û germ” pêk anîne û di wê hevdîtinê de seredana Ehmed bo wî welatî û herwiha “têkiliyên bi welatên bakûrî (îskandînavî) re, pêşhatên dawî yên li herêmê, û giringiya beşdarbûna hemû grûpên Kurd û kêmneteweyan di her konferansên li ser Sûriyê yên pêşerojê de gotûbêj kirine.”
Qadir got, ofîsa nûneratiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Stockholmê, berê mêvandariya Kurdên her çar parçeyên Kurdistana mezin kiriye û wiha berdewam kir “Ofîs hewl dide aliyekî erka xwe bi cih tîne ku di navbera hemû Kurdan de piran ava bike û şert û mercên diyalogê çêbike.”