Hin kurdên me hene ku weke tirkekî/ê kar dike, zimanê xwe bi kar nîne, adetên xwe bi kar nînê, xwedî li hêjayiyên welat xwe dernakevin. Hemî karê xwe, siyaseta xwe û nivîsên xwe bi zimanê tirkî dike û ev camêr dibêje, ez ji bona kurdan kar dikim? Gelo ev çiqasî rast e?
Niha weke mezinên me jî gotine her tişt ji zimên de destpê dike. Dema te zimanê xwe ji bîr kir, dema te zimanê xwe bi kar neanî, aha tu wê demê ji hebûna xwe û ji neteweya xwe jî dûr dikeve.
Gelek kes dibêjin; Bûbê Eser di vî warî de gelekî tund ango hişk e, ji kurdiya wê pêve tiştek wî tune ye. Ma ji vê xweştir. Nebûm xwed mal û milk, nebûm xwedî pere. Li vê dinyê sermiyanê min kurdî ye, siyaseta min kurd û kurdistanî ye. Ez bi zimanê xwe heme û bi vê jî serbilind im.
Lê weke sermiyan neh pirtûkên min jî bi kurdî hene. Ev jî sermiyanekî mezin e. Ji bona yên fêm bikin. Gelo wanên dibêjin, ji kurdiya Bûbê pê ve tu tiştek wî tune ye, mebesta wan çiye?
Belê rast e, ez di warê zimên de tund im Ji ber ku ziman hebûn e, heger te zimanê xwe ji bîr kir tê hebûna xwe jî ji bîr bike. Ji ber vê ye daxwaza min tim bûye ew ku kurdên me xwe jî bîr nekin, ji bona wê jî divê zimanê xwe bi kar bînin.
Lê hin bi şîdet li dij vê helwesta min derdikevin. Min bi rexneyên ne di cih de rexne dikin. serçavan lê divê kesên weha bizanibin ez ê ji ya xwe danekevim û her zimanê xwe bi kar bînim û ez ê hewl bidim herkesek zimanê xwe bi kar bînin da ku hebûna xwe ji bîr nekin. Heger ev sûc û gunehkariyek be min qebûl e.
Ez naxwazim vê zêde dirêj bikim: Bersîva kesên weha li gor gotinên mîrê kurdan Mîr Celaldet Berdirxan, didim. Divê wan kesana ne ji min ji mîr Bedirxan aciz bibin û wî rexne bikin ku çima ew ewqasî li ser zimên rawestiya ye.
Ew kesên ji miletê xwe, ji zimanê xwe, ji însanên xwe, adetên xwe hez nekin wan bi kar nînin, bi wan kesan re ruhiyeta welatparêziyê kêm e. Kesên weha ji xwe, ji xelkê xwe bêtir kes û xelkên din diparêzim.
Kerem bikin em çend şîret û gotinên mîrê xwe bi hevre bixwînin: "Xorto! Armanca te rizgarî ye. Rizgariya welat û miletekî ye. Navê armanca te kurd e, kurdanî ye, Kurdistan e. Armanca te li ber te sekinî ye. Di şeklê mirovekî de ye. Tu lê dinihêrî, ecêbmayî dimînî.
Herê tu dibînî, dest, ling, mil, pol, parsû, paruhan hertiştên wî hene. Lingê wî yê rastê berepêşî, yê çepê berpaş diçit. Laş di cihê xwe de ye. Xwe ne dide pêş, ne jî paş. Ji ber ko ji aliyekî pêş ve, ji aliyê din paş ve tête kişandin.
Tu zanî çira xorto? Lewma ko herdu ling ne yek in. Navbera wan de yekîtî nîne. Di vêt, tu bixebitî van herdu lingan bi aliyekî ve bilivînî."
Di dinyayê de tu tişt nîne ko tekûz bît. Di hertiştî de, nemaze di karên nû dest-pêkirî de, pirê caran, kêmanî heye. Heke te ew kêmanî dîtin, hima dirêjî wan meke. Lê bixebite ko tu bikevî nav wan, arîkariya danîyan bikî û wan kêmaniyan biedilînî.
Hilweşandina sitûnekê hêsanî niye. Huner di rastkirina sitûna xwêl de ye."
Celadet Alî Bedir-Xan: "Dema ko tu dixebitî qet li dora xwe menihêre. Heke ên din dixebitin an ne. Herçî ko dixebite karê xwe pêk ditîne (tîne) û karê tu kesî bi xebata yekî dîtir naçe serî. Her dar bi pelên xwe sayedar e, ne bi pelên darên dorê."
Celadet Alî Bedir-Xan: "Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. Kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.
Hawara me berî her tiştî heyîna zmanê me dê bide nas kirin. Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e". Hawar hejmar 1/1932
Zimanên beyanî çek û kincên me nen, lê zimanê kurdî cerm û laçê me ye” Mîr celaet Bedirxan
(..Ez ditirsim ku hûn di nav tirkan de zimanê xwe jibîr bikin û ku we ziman jibîr kir, hûnê welatê Botan jibîr bikin. Tiştê ku min ji we divê; hûn di malên xwe de, bi zarok û zêçên xwe re, bi zimanê bav û kalan bi axifin, yê wa neke, ne kurê mine..) Mîr Celadet Bedirxan
(Heçî em Kurd, me zimanekî delal heye û em pê diaxifin, piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletekî, êdî ne bi tenê wezîfeke şexsî ye, lê wezîfeke milî ye jî. Heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe ya milî pêk neanîne û bi kêrî miletê xwe ne hatine. Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî bi hesibîne, divêt ko bi kêrî wî bê..).
Mîr Celadet Bedirxan
(Tiştê ko min divêt ez ji we re bibêjim, bi kurtî ev e: Hîn bin. Hîn bin. Hîn bin. Hin kin. Hîn kin. Hîn kin. Belê bi tenê hînbûn ne besî me ye. Divêt em hîn bikin jî. Her Kurdê ko xwendin û nivîsandinê dizane divêt yên ko nizanin bielimîne.manê Mîr Celadet Bedirxan
Miletê serdest û ê bindest bi rêya tu tiştan ji hev cûda dibin. Ziman yek û ol dudoye.
Heger ola ê serdest û bindest yek be, wê demê çek tenê dimîne ziman… Celadet Elî bedirxan
Kurdno
Ya nebêje ez kurdim, ya jî zimanê xwe bi kar bîne. Mîr Elî Celadet
Çira dişewite; zimanekî zêr
Her pê ruhnî dibe, nimêjgah û dêr
Bo tihniya dilî; lêva te kanî
Ji xewna çavê re; te sorgul anî
Dilê min mizgefta bêdengî ye; sar
Havîna min bê sih, rêlên min bê dar
Mîr Kamîran Bedirxan