Berteka Tirkiyê li ser balafirên Rûsya yên li Qamişlo

.

Yekemîn karvedana li beramber zanyariyên ku dibêjin, Rûsyayê hejmarek balafirên xwe yên cengî yên pêşketî li Firokexaneya Qamişlo bicih kirine, ji Wezareta Berevaniya Tirkiyê hat.

Berpirsa Plansaziya Şêwirmendiya Çapemenî û Têkiliyên Gel a Wezareta Berevaniya Tirkiyê, Major Pınar Kara îro Duşem 1ê Mijdara 2021an li Enqerê li ser mijara bicihkirina firokeyên cengî yên Rûsyayê li Firokexaneya Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ragihand, “Li ser medyaya civakî hin dîmen tên belavkirin. Ev dîmen tenê yên çalakiyê ne ku wê rojê hatiye kirin. Tê gotin ku balafirek daketiye û piştre çûye. Ti bicihkirinek çê nebûye.”

Ew yek di demekê de ye, ku di medyaya Rûs, Ereb û cîhanê de jî ji beriya çend rojan ve heta niha zanyarî û nûçe hatine belavkirin, ku Rûsyayê hejmarek firokeyên xwe yên cengî veguhastine Binkeya Leşkerî ya xwe ya li Firokexaneya Qamişlo.

Derbarê egera operasyoneke nû ya artêşa Tirkiyê di nav axa Sûriyê û li dijî navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de jî, wê berpirsa Wezareta Berevaniya Tirkiyê amaje bo gotinên Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ên di vê derbarê de kir û ragihand, “Artêşa Tirkiyê ji bo her cihekî ku pêwîst bike, dê bi veguhastina hêzan tedbîrên pêwîst pêk bîne.”

Têkildarî daxuyaniyên li ser “hebûna hêzên çekdar ên biyanî li Tirkiyê” ya di tezkereya operasyonên derveyî sînorê de û herwiha şandina leşkeran ji bo Herêma Kurdistan-Iraq û Rojava- Sûriye de, ku parlamentoya Tirkiyê heftiya bihorî dema wê bo 2 salên din dirêj kir, Berpirsa Plansaziya Şêwirmendiya Çapemenî û Têkiliyên Gel a Wezareta Berevaniya Tirkiyê, Pınar Kara got, îfadeyên ku di tezkereya nû de hene, her heman îfade ne ku di tezkereyên salên berê de jî hebûne û ti guhertinek û tiştek nû nîne.

Pınar Kara got, “Di îfadeyên di tezkereyê de, mijara hebûna hêzên çekdar ên biyanî yên li welatê me jî hat axaftin. Ev îfade, di hemû tezkereyên ku ji sala 2014'an û vir ve hatine dayîn de bi heman îfadeyan cih girtiye. Di vê mijarê de daxuyaniyeke nû nîne. Di têkoşîna li dijî DEAŞê û grûpên din ên terorîst de biryareke Encûmena Asayişa Netewên Yekbûyî heye. Di vê çarçoveyê de, Hevpeymaniya Navdewletî hat avakirin. Biryareke encûmena me ya wezîran a wê serdemê jî heye. Di pêşnûmeya ku li gorî vê biryarê hatiye derxistin û hemû pêşnûmeyên ku ji sala 2014'an û vir ve hatine derxistin heman îfade heye. Ne hewce ye ku li pişt vê yekê li tiştekî din bigerin.”

Pinar Kara amaje bi operasyonên artêşa Tirkiyê yên li derveyî sînor kir û destnîşan kir, “Bi operasyonên ku me li dar xistine, tehdîdên ji Iraq û Sûriyeyê yên li ser welatê me kêm bûne, lê hê jî dewam dikin. Têkoşîna li vir berdewamiyê hewce dike. Ji bo ku ev berdewamî bê misogerkirin, pêvajo du salan hat diyarkirin.”

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir