Beşa Lîsansa Bilind a Kurdî ya Zanîngeha Wanê xwendekaran werdigire

.

Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê ragihand ku ji bo beşa lîsansa bilind a bitez a Kurdî 9 xwendekar û ji bo beşa lîsansa bilind a bêtez a Kurdî 15 xwendekaran werdigire.

Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê ji bo heyama sala 2024-2025an 9 xwendekarên beşa lîsansa bilind a bitez a Kurdî werdigre ku divê 6 welatiyên Tirkiyeyê bin û 3 xwendekar jî divê welatiyên welatekî din bin.

Herwiha ji bo beşa lîsansa bilind a bêtez a Kurdî jî 15 xwendekar têne wergirtin.

Her kesê ku beşeke lîsansê ya 4 salî qedandibe û ji ezmûna lîsansa bilind (ALES) 55 puan wergirtine divê ji 19ê Tebaxê heta 31ê Tebaxa 2024an serî li zanîngehê bide.

5ê Îlona 2024an encam têne ragihandin û kesên serkeftî divê di navbera 5 û 10ê Îlonê de navên xwe li zanîngehê tomar bikin.

Kurdistan Haberleri

Serokê Îtîlafê: Me lêkolîn ji bo kiryarên li gundê Kaxirê vekiriye
Li Swêdê Jinek bi Tawanên Şer Dijî Êzîdîyan li Sûrîyê Hate Tawanbar Kirin
Li Hewlêrê nûnertiya bazirganî ya Erebistana Siûdî hate vekirin
Ji Xemîs Xencer peyama Kurdî: Em alîkariya gelê Kurd a 2014an qet ji bîr nakin
Ew dersên ku Kurd pêdivîye li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” werbigrin