Beşar Esad Hilbijartinên Parlamanê Careke Din Paş Xist

Serokê Sûrîyê Beşar Esad hilbijartinên parlamanê bi biryarnameyekê careke din paş xist.

Navenda Nûçeyan - Hilbijartinên dê di 13’ê Nîsanê de li dar ketana jiber vîrusa korona berê bo 20’ê Gulanê hatibûn taloq kirin.

Bi biryarnameya dawî, hilbijartinên parlamanê dê di 20’ê Gulanê de çêbin.

Li gor agahîyên fermî yên karbidestên saxlemîyê yên Sûrîyê, li wî welatî 45 kes bi vîrusa korona ketine û 3 kesan bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Hikûmeta Sûrîyê di meha Adarê de dest bi tedbîrên dijî vîrusa korona kiribû, lê vê dawîyê ew tedbîr hatine sist kirin.

Li Sûrîyê, dibistan û zanîngeh hîn jî girtî ne û qedexeya derketina derve bo şevan didome.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e