Beşar Esed efûya giştî derxist

.

 Serokê Sûriyeyê Beşar Esed ji bo tawanên ku beriya 22yê Îlona 2024an hatine kirin efûya giştî derxist.

Serokê Sûriyeyê Beşar Esed ji bo tawanên ku beriya 22yê Îlona 2024an hatine kirin biryarnameyek weşand.

Li gorî biryarnameyê, kesên ji leşkeriyê reviyane çi li nav Sûriyeyê çi jî li derveyî Sûriyeyê dê bên efûkirin.

Ji bo ku ji efûyê sûd wergirin, kesên li Sûriyeyê dijîn divê di mav 3 mehan de xwe radest bikin.

Her wiha kesên ku li derveyî Sûriyeyê jî dijîn divê di nav 4 mehan de xwe radest bikin.

Li aliyê din, kesên ku tawanên li dijî civak û dewletê kiribin, bertîl xwaribin, sextekarî kiribin an jî dizî kiribin nakevin ber efûyê.

Siyaset Haberleri

Hejmara 19em ya Psychology Kurdiyê derket
Tiştê ku divê nifşê nû derbarê Dr.Şerefkendî de bizanibe
Kerkûk.. Du teroristên DAIŞê berî xwe li nav xelkî biteqînin hatin kuştin
Li Silêmaniyê êriş: Kuştî hene
Nêçîrvan Barzanî: Divê her kes hewla hilbijartineke aram bide