Beşar Esed serokwezîrê Sûrîyê guhert

Serokê Sûrîyê Beşar Esed, Serowezîrê Sûrîyê Îmad Xemîs ji erka wî dûr xist û li şûna wî Hisên Ernûs Erkdar kir.

Navenda Nûçeyan - Serokê Sûrîyê Beşar Esed bi mersûmekê , Îmad Xemîs ji Serokwezîrtîya wî welatî dûr xist û li şûna wî wezîrê çavkanîyên avê Hisên Ernûs Erkdar kir.

Îmad Mihemed Dîb Xemîs di sala 2016an de wek serokwezîrê Sûrîyê hate destnîşankirin û ew li ser lîsteya sizayan ya Yekîtîya Ewropayê ye.

Herwiha serokwezîrê nû xelkê parêzgeha Idlibê ye û berî niha Wezîrê Çavkanîyê avê bû ye.

 

Siyaset Haberleri

Sekreterê PDK-Sê pêşwazî li biryara PKKê ya xwehelweşandin û çekdanînê dike
Nexweşxaneya penceşêrê ya 160 nivînan li Dihokê hate vekirin
Birget Olsen: Bi hewlên Serok Barzanî, Kurdistan rêzlêgirtî ye
Rojhilat | Malbata girtiyê Kurd bi belgeya mirinê ji îdama kurê xwe haydar bû
ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan