Beşek ji milîsên Şîe yên Iraqê ji Sûriyê vedikişe

Tevgera Nuceba ya Şîeyên Iraqê beşek ji hêzên xwe yên li Sûriyê vekişand û vegeriya Iraqê.

Li gor medaya opozîsyona Sûriyê, ji du rojan ve Tevgera Nuceba, beşek ji hêzên xwe ji bajarokê Bokemalê yê li rojhilata Sûriyê vedikişîne û ji bo Iraqê vediguhêze.

Li gor hatiye belavkirin, ta niha çekdarên wê mîlîşyayê bi 15 otombîlên û ligel çekên xwe ve vegeriyane nava xaka Iraqê.

Vekişandina vê hêzê piştî wê yekê te, hikûmeta Sûriyê û mîlîşyayên Şîe lihev kirine ku hêzên Rûsî li Bokemalê li şûna wê hêzê were bicihkirin. Pêr jî hêzeke Rûsî gihîştibû wê bajarokê.

Mîlîşya Tevgera Nuceba hêzeke Şîeyên Iraqê ye û di sala 2013an de hat damezrandin û ji wê demê beşek ji mîlîşyayê li Sûriyê li kêleka rêjîma Beşar Esed şerê opozîsyonê dike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin