Navenda Nûçeyan- Parlamentoya Iraqê duh Sêşemê ji bo gotûbêjkirin û dengdana li ser pêdeçûna bi yasaya hilbijartinên parlamentoyê li wî welatî, civîya û tevî ku hemû fraksyonên Kurdî nerazîbûna xwe li hember guhertinan nîşan dan, lê bêyî razîbûna wan herdu madeyên 15 û 16 ên ji wê yasayê hatin pejirandin.
Madeya 15 a vê yasayê derbarê bazneya hilbijartinan de ye û li gor vê madeyê bazneya hilbijartinan li ser esasê qezayan hatîye danîn û nûneratî li ser asta takekes dibe. Li gor wê sererastkirinê, li her bazneyeke hilbijartinan, her berbijêrek piranîya dengan bi dest bixe, dê bibe yekane serkevtîyê/a hilbijartinan.
Herwiha madeya 16 a heman yasayê, têkilî bi kotaya jinan ve heye ku rêjeya %25 ji bo jinan dîyar kirîye.
Fraksyonên Kurdî yên li parlamentoya Iraqê daxwaz kirin, ku her parêzggehek wek bazneyeke hilbijartinan were hesibandin û deng bi lîsteyan were dayîn, lê ev yek nehate qebûlkirin.
Serokê Komîteya Yasayî li parlamentoya Iraqê, Rêbwar Hadî ji Rûdaw re got, ne merc e gelek bazne li ser asta qezayan hebin, lê di wê yasayê de navê qezayan hatîye rakirin.
Bi gotina Rêbwar Hadî, dibe 2 ji bo 3ê qezayan bibin yek û weke bazneyeke hilbijartinan li ser asta parêzgehan bêne dîyarkirin.
Endamê parlamentoya Iraqê ji Fraksyona Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK), Dana Ceza ji Rûdawê re ragihand: “Alîyên Kurd civîn baykot kirin, em di vê bawerîyê de ne, ku rêjeya yasayî ya civînê nehatibû temamkirin û zêdebarî vê yekê dengdan li ser yasayê kirine.”
Dana Ceza herwiha dibêje, ev yasa gelek giring e û bandora wê dê li ser proseya sîyasî û rewşa Iraqê hebe. Mixabin bêyî razîbûna Kurdan careke din li ser bingeha piranî û kêmanîyê herdu madeyên 15 û 16 ji yasaya hilbijartinan pesend kirin.
Dana Ceza tekez dike: “Dibêjin ew madeyên yasayê di berjewendîya xelkê û alîyan de ye, lê belê di berjewendîya alîyan de nîne û ji bo derblêdana li partîyên biçûk e.”
Parlamentarekî Hevpeymanîya Saîrûn jî ya ku Muqteda Sedir rêbertîya wê dike, pesendkirina yasaya sererastkirina hilbijartinên parlamentoya Iraqê wek serkeftineke mezin ji bo gelê Iraqê bi nav kir.
Parlamentoya Iraqê roja Çarşemê 18-12-2019 jî 14 made ji 50 madeyên projeyasaya hilbijartinên parlamentoyê pesend kiribû, lê belê ji ber nakokîyên li ser herdu madeyên 15 û 16 û têbînîyên alîyên Kurd û çend fraksyonên din li ser biçûkkirina bazneyên hilbijartinê bo asta bajêr û qezayan û herwiha nîyeta sepandina lîsta takekesî li şûna lîsta alîyên sîyasî, serokatîya parlamentoyê pesendkirina projeyasayê paş xist.
Rûdaw