Cano Amedî
Di pêvajoya îroyin de em dibinin ku civatên bi karekterê talan û hovîtîyê hatine mobîlîze kirin ji pîvanên mirovahî derdikevin û şêweyekî hov agirê barbarîyê geş dikin û rê li ber trajedi û travmayên dîrokî û însanî vedikin. Hêzên desthilatdar bi piştgirî û hêvîyên tiştekî bi dest bixe civatê ji bo berjewendîyên xwe bi kar tîne. Ji bo wî jî, civatên paşdemayî û yên xizan cîhê laboratuvarên îdeolojî û dîktatorîyê ye. Proje û tatbîqatên pratîkî bi giranî li wan deran, li wan hereman bi kar tînin.
Mirovên ji rastîya civaka xwe dûr bikeve, ji pêşbinî û zanyarî civakî bêpar be, her tim jiyanê reş û sipî dibine. Di nav demê de dişibin dijberê xwe û di gêzgerînkên (labirent) kor de bi kulmên dijmînatîyê êrîşî sîya xwe dikin. Hêza xwe ji nezanî û bêpîvanîya xwe digirin.
Pirî caran li hemberî rewşên bi vî rengî gotinên pêşîyan tê bîra mirov: “Bibe xulamê zana nebe mîrê nezana!” Lewra mirovên nezan bi berçavkên hespan li dinê dinhêrin, ji bilî xwe kesî gohdar nakin. Mirov çiqas ji wan kesên xwedî fikirên sabît dûr bisekine, xwe ji wan bi parêze ez bawerim wê mirov ewqas aram û şad be.
Pirî caran ez rastî gilî û gazinên ku ji alîyê xizim û dostên min ve tê kirin rûbirû dibim. Dibêjin: “Tu kes naxwîne, na şopîne û naxwaze konfora xwe xirab bike, tu çima dinivîsî, di peyivî an tevdigerî?” Ez têdigihîjim ku peyamên wan tê çi watê? Salên derbasbûyî, pêvajoya zîndanbûyinê û zehmetîyên hevbeş ku me bi hevre kişandîye, bi wan re demsalên xof û tirsê geşdike.
Lê divê baş bêzanîn ku ez ne ji bo pejirandinê, ne jî ji bo kêfxweşîya hinekan tevnagerim. Ez baş dizanim ku doza netewî, pêwîstîya bicîh anîna erk û berpirsîyarîya millî li ser herkesî ferz dike. Erk û hestên me yên mirovahî, ûjdanî, ehlaqî û hûqûqî rîya têkoşînê û xebatê radixe ber me. Eger em dilsozên doza milletê xwe bin, divê em bê tirs û bê şik erkê xwe yên netewî bi cîh bînin. Li dijî neheqî û zilmê pejirandina helwest girtinê yek ji wan erkên mirovahîyê ye!
Bêguman, ev 40 salên dawî de ji ber şer û wêrankarîya sîyaseta îdeolojîk û kemînî, ji ber bê alternatîfîya netewî û qelsbûna hişmendîya kurdewarî, civata Kurd dibin bandora desthilatdarîya otoriter de dîl ketîye; Hatiye dorpeç kirin û bi hêvîya berjewendîyên rojane xwe radestî pêvajoya kedî kirine kirîye. Ev dêrûnîya hanê roj bi roj ji alîyê hêzên leflefokê şer û narkotîk ve tê geş kirin. Em dibînin ku pirî caran ji bo berjewendîyên rojane, ji bo menfeet û kursîyekî gemarî helwestên hatine nîşandin, tu feydeyek, tu pêşketinek an tu guhertinek bi xwe re ne anîye. Mixabin bi wan helwestên xwe yên şaş av kişandine ser aşê xiravkirinê û her çûye xwîn hunda kirine. Îro jî rewş li holê ye, bayê kelecanîyek nû rojevê germ dike, ji dûr û kûr ve ev bayê hanê tê geşkirin. Hinek bi şik tevdigerin, hinek jê bi “hêvîyên nû” li pey xewnên xwe ne, hinek jî dibêjin li holê tu tiştekî rasteqîn tune ye, ev projeya ku di rojevê de ye, planekî qirêje li hemberî sîyaeta Kurdî ya derbarê Başûrê Rojavayê Kurdistanê de.
Di van bîst salên dawî de me çendî tecrube û pêvajoyên travmayê bi hevre dît û jîya… Ji bo em cardin xwe û civata xwe nexapînin, çav girtî xwe navêjin gêrînokên tarî divê em bi hişmendîyek netewî tevbigerin, bi helwest û bertekên netewî, bi têkoşîn û xebatên hevbeş navnîşanek millî derxin pêş. Ji bo wî jî divê hemû alîyên Kurdî bo nexşerêya serkeftin û destkeftîyên nû bi hevre tevbigerin, derîyê dîyalogê vebikin û projeyên çareserîyê yên hevbeş pêşkêş bikin. Ji bo bidestxistina statuyek, sîyasî, millî û coxrafî îradeyek Kurdî, temsîlîyek netewî û îdareyek hevbeş, pêvajoya îroyin fedekarîyek dîrokî li ser hemû alîyan ferz dike.
Helbete em baş dizanin alozî û pirsgirêkên mezin hene; rewşa îroyin tevî nakokî û problemên rojane rîskên dijwar û fersendên zêrîn derxistîye holê. Ji van derfetên nû sûid girtin girêdayê stratejîyek siyasî û bi hêz kirina temsîlîyek netewî ve girêdaye. Em baş dizanin ku li hemû beşên Kurdistanê, ji ber ku alîyên kurdî ne lihevkirîne, li ser bernameyek millî û demokratik, li ser stratejîyek netewî û nexşerêyek hevbeş ne yekgirtî ne di pêvajoyên dîrokî de lawaz û bêtaqat dimînin. Bêaqûbetî û destdirêjîya dagirkeran rê li ber alîyan asê dike û ji derfetên zêrîn û destkeftîyên nû bêpar dihêle.
Em hemû dizanin ku îro li heremê guhertinên mezin di qewimin. Her dewlet, her netew, her civat li gorî pêşbînî û amadekarîya xwe dixwazin ji van guhertinan sûd bigrin. Divê li hemû beşên Kurdistanê alîyên Kurdî bi hişmendîya milletbûnê tevbigerin, rê li ber têkoşîn û xebatên hevbeş xweş bikin û nakokîyên hene bi aqlê kurdî çareser bikin. Divê derîyê dîyalogê li hev vebikin û hevdû gohdar bikin.
Îro li Başûrê Rojevayê Kurdistanê rewşek awarte, rewşek cuda heye. Sed sal şunda em weke millet cardin bi rîskên mezin û bi derfetên bidestxistina destkeftîyên nû re rûbirû ne.
Hêvî dikim wê li Başûrê Rojavayê Kurdistanê jî, aqlê kurdî desthilatdar bibe û weke salên 1998 an li Başûrê Kurdistanê rê li ber statûyek siyasî vebike. Weke hûn dizanin bi navbêrîya Emerîka sala 1998 an Birêz Mesûd Barzanî û birêz Celal Talabanî destê hev girtin û derîyê dîyalogê, derîyê Kurdistanek federal li başûrê Kurdistanê vekirin. Ev helwest bû destpêka pêvajoyek nû...
Em di wê bawerîyê de ne ku hemû partî û alîyên Kurdî li Başûrê Rojavayê Kurdistanê wê bi hişmendîyek netewî tevbigerin û ji bo çareserîyek sîyasî ya federalî ku bi axê ve girêdaye, pêwîstî bi bernameyek millî û demokratik, bi têkoşîn û xebatên dîplomatîk yên hevbeş heye. Divê li hemberî tifaqên dagirker û aparatên wan yên hov alîyên Kurdî rojekî zûtirîn yekrêzî û tifaqa nav mala Kurdî weke mizgînîyek dîrokî bi milletê xwe re parve bikin.