Bi biryara qeymeqam kampa zarokan girtin

Zarokên li kampê bûn, kampa xwe di nêvî de hiştin.

Qeymeqamê Navçeya Madenê ya Xarpêtê, Tesîsa Kampa Zarokan ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo zarokan li Gola Hazarê ava kiribû, bi hinceta 3 sal berê kêmasiyên wê hatine tespîtkirin û ev kêmasî nehatine çareserkirin biryar da ku kampê bigire.


 Qeymeqamê bi sedema kêmasiyê kampa zarokan a li Gundê Gezîn a tenişta Gola Hezarê ye nehatine temamkirin biryar da ku bê girtin.


 Qeymeqam, bêyî ku pêvajoya Qeyûmê Şaredariya Amedê Cumalî Atilla, ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve hatibû tayînkirin li ber çavan bigire û di serdema Qeyûm Cumalî Atîla ya salên 2017 û 2018'an de organîzeya Kampê bibîne, 3 sal berê kir hincet û biryara girtinê da. Piştî biryara qeymeqam esker çûn kampê û kampa zarokan mohr kirin. 
 
Têkildarî biryara qeymeqamiya Madenê, şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand û anî ziman ku der barê vê yekê de tu agahdarî ji wan re nehatiye kirin. 
 


 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne