Bi çek in lê ne polîsan in!

Meclîsa Tirkîyeyê erk û hêz da Notirvan/bekçîyan ku wekî polîsan çekê hildin û bikar bînin.

Navenda Nûçeyan - Daxwaza qanûna ku erk, hêz, peyvir û rol dide notirvan/bekçî yên tax û kolanan li Meclîsa Tirkîyeyê hat qebûlkirin. Zagona ku ji 18 xalan pêk tê, destûr dide ku notirvan wekî polîsan xwedî hêz û erk bin. Hikûmeta AKP-MHP'ê qanûna ku hêz, erk, raye û rol dide notirvanên tax û kolanan ku wekî polîsan karibe rahêle çekê û li gorî daxwaza xwe çekê bikar bîne, şevê din anî rojeva meclîsê û ji alîyê meclîsê ve hat qebûlkirin. Bekçîyên tax û derdorê êdî dê raye û hêza wan ji ya polîsan ne kêmtir be. Dê karibe wekî polîsan li nasname binere, ser welatîyan lêgerîn bike û wekî polîsan çekê jî li dijî welatîyan biteqîne. Bi vê yekê êdî notirvan/bekçê û polîs xwedî heman rol û misyon in û tenê navê wan ji hev cuda ye. 

MA

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e