Bi dehan rêxistinên Sûrî daxwaza parastina Efrînê dikin li hember hovîtîyên artêşa Tirkîyê

Bi dehan rêxistnên sivîl yên Sûrîyê banga destwerdaneke navdewletî dikin ji bo parastina bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê li hember zilm û zordarîya artêşa Tirkîyê û peyayên wê.

Navenda Nûçeyan - Rêxistina çavdêrîya mafên mirov li Sûrîyê, ku navenda wê li Lendenê ye, ragihandîye, 45 rêxistinên sivîl yên Sûrîyê di daxuyanîyeka hevbeş  de banga destwerdaneka nêvdewletî dikin ji bo ragirtina êriş û zordarîyên artêşa Tirkîyê û çekdarên ser bi wê ve li dijî sivîlan li devera Efrînê.

Di daxuyanîyê de hatîye gotin ku ji dema dagîrkirina bajarê Efrînê ji alîyê Tirkîyê û girûpên ser bi wê ve, bi hezaran tawan û binpêkirinên mafên mirovî di derheqê welatîyên wî bajarî de hatine encamdan û rojane kuştin, revandin û bicihkirina koçberên ereb ji alîyê wan ve tên kirin.

Li gor daxuyanîyê,Komîteya Lêkolînên Navdewletî ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve di dawî raporta xwe de amaje kirîye ku komên çekdar li Efrînê tawan û binpêkirinan li dijî xwedîyên wî bajarî encam didin. Bi gotina wan, armanca Tirkîyê û wan çekdaran ji vê yekê nehîştina nasnameya Kurdî ye li wî bajarî da xelkên wir dest ji mal û milkên xwe berdin û koçber bibin û demografîya deverê biguherin.

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!