Bi dîtina min, em Êzdî nikarin bi serê xwe tenê bibine netewek û dewletên cîhanê jî daxwaza ku, herêmeke Êzdîxana me bibe dewleteke serbixwe qebûl nakin
Divê hemû Êzdî van taybetmendiyên netewe yî bûnê bizanibin;
1 Xwîna me yekbû-lê niha tevlîhev buye..
2 Dîroka me ya hevpar , ji xenî ….. fermanan pêve tineye
3 Yekîtiya baweriya me ya hevpar hebû, lê niha tineye
4 Zimanê me yê hevpar-hebû lê mixabin niha belakirine.
5 Erdnigariya me Êzdiyan, ya ku tenê Êzdî lêdijîn û sînorên wê diyarin tineye,
6 Nifûsekî me yê ku di herêmekê de aboriya me biserbixwe birêvebibe tineye
7 Serweriyeke me, ya ku me ji bo bûyerên kolektîf bi hawayekî wekhevî birêvebibe- biparêze û me li ser bingehên olî anjî neteweyetiyê seferber bike tineye.
Û hwd.*
Vêca ez ne huquqnas û xwediyê terfiya dr., prof., pispor., civaknasî û hwd.ê me û dêjim, hişên xwe bidine serê xwe, dewlet û pisporên neteweyên li cîhanê ji xeynî hebûna baweriya Êzdiyatiyê pêve, dîrok, çande, ziman û erdnîgariya Êzdiyan qet ji ya neteweya Kurdî cûde û serbixwe hebe nabînin û nasnakin.
Lewma divê em tev bi hev ra bibêjin, welatê cidê me Kurdistan, baweriya me Êzdîtî, dîrok, ziman û neteweya me Kurdiye .
* Nivîskar Kemal Tolan- Nasîna baweriya Tawisî Melek û Êzdiyatiyê-Çarpel Medya :
https://www.facebook.com/carpelmedya/videos/320433327204726