Bi fermana serokê hikûmeta Kurdistanê zêdetirî 70 milyon dînar bo hatinçûna şagirdên Şingalî hat terxankirin.
Wezareta perwerdeya Kurdistanê ragihandiye, bi fermana serokê hikûmetê Mesrûr Barzanî, 73 milyon dînar bo hatinçûna komek şagirdên Şingalê hat terxankirin.
Li gorî agahiyên wezaretê, ew şagirdên Şingalî yên ku serokê hikûmetê xercê rêya wan daye, 657 kes in û bo ezmûnan diçin û tên.