Firokeyên leşkerî yên Rûsî bi hevbeşiya li gel hêzên Sûriyê li ezmanê gundewarê rojavayê Girê Spî manorên leşkerî encam dan.
Li gorî zanyariyên xwecihî yên ji navçeya Girê Spî, helîkopterên leşkerî û firokeyên şer ên Rûsî, bi hevbeşî li gel hêzên hikûmeta Sûriyê, li ezmanê gundewarê rojavayê Girê Spî manorên leşkerî encam dan.
E v yekem car e, tevger û manorên ezmanî yên firokeyên Rûsî bi hevbeşî li gel hêzên hikûmeta Sûriyê, li nêzîkî hêlên hêzên Tirkiyê li navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê dibin.
Ew manorên leşkerî, bi awayekî pratîkî li derdora nahiyeya Til Temir li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, li nêzîkî hêlên bereyên leşkerî yên Tirkiyê, hatine encamdan, bi awayekî ku teqe, gule û top tê de hatin bikaranîn.
Di heman demê de, sê firokeyên şer ên Rûsî li gel du helîkopterên leşkerî, li Herêma Ferat, ta demjimêrekê, manorên leşkerî encam dan.
He li gor zanyariyên xwecihî hikûmeta Sûriyê nêzîkî 150 leşkerên xwe ji bajarê Tebqayê, şandine Serbazgeha Lîwaya 93 ya li herêma Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê.
Ev liv û tevgerên leşkerî di demekê de ne ku artêşa Tirkiyê gefên xwe zêde kirine û bi niyaz e operasyoneke leşkerî li wan navçeyan encam bide.
Li aliyê din, li gor zanyariyan firokeyên çavdêriyê yên Tirkiyê li ezmanê navçeyên Efrîn û Şehbayê digerin.
Çavkaniyên xwecihî ji Herêma Efrînê diyar dikin ku vê êvarê, firokeyên çavdêriyê yên Tirkiyê li ezmanê Herêma Efrînê û navçeya Şehbayê digerin.
Li gorî wan zanyariyan, ew firokeyên bêpîlot li ezmanê herdu herêman digerin, hevdem firokeyên şer ên Tirkiyê jî di gerê de ne.
Tê zanîn ku di çend rojên dawî de, Tirkiyê gefên tund dide ku ew xwe ji bo operasyonekê, l dijî navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, amade dike.