Peyveke Tirka heye; "Lafla gemî yurumez" Yanî meriv bi galgala zêde nagihê armanca xwe.
15. Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Her sal di vê rojê de her Kurd, partî û saziyên wan mesaj ên pîrozbahîyê di weşînin, çalekîyan çêdikin.
Bê guman pirozkirin û çalekîyên wiha başin, nexerabin. Lê ku di encama van çalekîyande tiştekî somut, biryarên ciddi û berhemdar newên holê, ti wateya van çalekî û daxuyaniyên pîrozbahîyê tune.
Bi rastî di her qada jiyanê de wiha ye; Ya muhîm ne gotin e. Encam e, pratîk e. Eger di encaamê de berhemek te tunebe, siba heya êvaran bipeyîve, ti wateya wê tune, tukes hesabê te nake.
Bi kurtasî, zikê civaka me ji peyvên virt û vala têr e. Pir îtibar nade kesên ku kar nakin û her galgal dikin, rexne dikin...
Çimkî îcar em zanin ku bi galgalê meriv nagihê encamê. Peyvên wan valane û bê encamin.
De îcar li vî camêrî binêrin;
Ramazan Şimşek. Ramazan ne siyasetvan e. Li Diyarbekir esnaf e. Kafeya wî heye.
Ev camêrê leheng galgal ne kir, pelpela zêde ne kir û çû encamê. Gevek AVÊT ku ev gav ji hemû Kurdanre divê bibe mînak.
Camêr çikir? ez bêjim;
Biryar da ku di kafe ya xwe ya bi nanavê "PiNE" de tenê bi zimanê Kurdî xizmet bide. Pêşî ez Remazanê hêja pîroz dikim û dibêjim her bijî û her hebî.
Bi ya min ev biryara wî li hemberî asîmilasyonê şoreşek e. Ev gav gerek beriya niha ji zude, ji tarafî hemû Kurdan û sîyasîyên wan hatibana avêtin.
Lê hêjî ne derenge. Ji îro pêde esanaf di dikanên xwede, gel di malên xwede, li kolan û sikakan de karin biryarek bi vî rengî bidin. Sîyasetvanên Kurd karin wek kampanyayê vê gavê bi domînin û li civakê belav bikin.
Beriya niha min pêşnîyar kiribû. Dubara dikim; Ez bang li sîyasetvanên Kurdan dikim;
Fermo, hûn jî biryarek wiha bidin û li tevahîya welêt organîze bikin. Ev kar karê we ye.
Dev ji galgala zêde berdin, herin encamê.