Bi beşdariya Serokê İHDya Sêrtê M. Salih Kılıçarslan, Endamê Lijneya Birêvebiriya Navendî yê IHDê Dr. Ekrem Bilek, Parlamenterê Sêrtê Sıddık Taş, nûnerên ji Baro û Eğitim-Sen û saziyên din ê sivîl, li Qada Atatürka Sêrtê, daxuyaniyek bi hilkefta 10ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê hat lidarxistin.
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser binpêkirina mafên mirovan û bang li liyan hat kirin ku vê pêvajoya şerî bidin sekinandin û vegerin ser pêvajoya aştiyê.