Bi hinceta ewlekarîyê 29 dever heta salekî hatin qedexe kirin!

Li bajarê Dersimê yê Bakurê Kurdistanê li derdora bajêr û 4 navçayan li 29 deveran ta salekê ji çûnûhatina sivîlan re hate qedexekirin.


Li bajarê Dersimê yê Bakurê Kurdistanê li derdora bajêr û 4 navçayan li 29 deveran ta salekê ji çûnûhatina sivîlan re hate qedexekirin.
Parêzgeriya bajarê Dersimê, bi hinceta rewşa ewlekariyê û operasyonên leşkerî biryara qedexeya 29 deveran ragihand.
Li gor daxuyaniyê, ev 29 dever bi piranî deverên asê, zozan, geliyên kûr û cihên daristan bi xwe ve digire.
Qedexeya li derdora bajar û 29 deverên Dersimê, dê heta 1ê Tîrmeha sala 2020ê berdewam bike. Li gorî ragihandinê, nabe sivîl biçin van devran û ji çûnhatin re hatiye qedexekirin.

 

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn