Bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî bernameyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî didomin.
Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî, îro li Amedê di çalakiya hevbeş de belavok belav kirin û ji gelê Amadê daxwaz kirin ku beşdarê meş û çalakiyan bibin.
Endam û rêvebirên herdu rêxistinan û rêvebirên PAK, PSK, HDP, BDP û KKP, ku endamên Platforma Zimanê Kurdî ne, beşdarî çalakiyê bûn.
Di belavokê da hat gotin, ku ji bona Roja Zimanê kurdî di 15ê Gulanê meşek û di 16ê Gulanê da jî konserek têne amade kirin.
Ji aliyê din ve di çarçoveya bernameyên 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Parka Mûsa Anter ji bo zarokan şahiyek hat lidarxistin. Zarokan bi stranan cejna zimanê kurdî pîroz kir.
Di çarçoveya bernemeyan de li Parka Mûsa Anter a li Taxa Seyrantepe ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, ji aliyê Ma Musîc û Komeleya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) ve ji bo zarokan atolyeya ziman û çandê hat lidarxistin.
Gelek zarok û welatî tevli bernameyê bûn.
Di bernameyê de destpêkê li ber erbaneyan meşek hat lidarxistin û zarok û welatî strana "Zimanê Kurdî" gotin.
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî axaftinek kir û got; Bernameya ma ya bona Cejna Zimaê Kurdî berdewam dike. Em dixwazin balê bikşînin ser perwerdeya bi Kurdî. Zarokên me êdî bila Kurdî biaxifin, perwerde bibînin û qedexeya ser perwerdeyiya zimanê Kurdî bê rakirin. Ev maf mafekî meşrû ye.
Mososteyê Kurdî Nesîp Gültekîn jî ji Rûpela Nû re axifî û got ku; Em bi wê çalakiyê dixwazin balê bikşînin ser zimanê Kurdî û perwerdeyiya zarokan. Zarokên me hêj jî nikarin bi zimanê xwe perwerde bibînin. Lê niha di li vir de bi dehan polîs hene. Vîya jî nîşan dide ku dewleta tirk çiqas ji zimanê me ditirse. Bi rastî dewleta Tirkiyê heya nuha zarokên me asîmîle kirine. Em li himber wê asimilasyonê xwe ber didin. Mirov bi zimanê xwe heye. Li Tirkiyê pirsa herî mezin pirsa Kurd e. Daxwaza me Kurdan ya esasî perwerdeyiya zimanê Kurdî û statuya Kurdan e. Em jî dizanin tenê bi wê çalakiyê her tişt çareser nabe, lê em dixwazin balê bikşînin ser perwerdeyîya zarokan a bi Kurdî.
“EM BI KURDÎ BIAXIFIN”
Mamoseta Rezan jî dibêje; Zimanê me ber bi xelasiyê ve diçe. Gelê me zimanê xwe û hebûna xwe qebûl dike. Lê li himber zimanê me polîtîkayên qirêj jî hene. Osman Sabrî dibêje, bixwîne, bixwîne û bixwîne… Em jî bi Kurdî bixwînin, binivîsînin û biaxifin… Ne tenê li malê divê em li her derî biaxifin û xwediyê zimanê xwe derkevin.
Piştî meşê alfabe û tîpên kurdî fêrî zarokên taxê hat kirin. Zarokên taxê bi boyaxan ser çavên xwe xêz kirin û li ser potêkî spî jî tiştên ku xeyal dikin xêzkirin. Her wiha stranbêjên Ma Musîcê jî rîtma muzîkî fêrî zarokan kir. Piştî stranan zarokan bi hev re dirûşmeya "Bê ziman jiyan nabe" berz kir.
Şahî bi meşekê bi dawî bû.
Rûpela Nû / Dîyarbekir