Li gundê Xarik a girêdayî navçeya Qislê, Zeynep Gul a ku bi nebatan nexweşan derman dike, diyar kir ku ew ji mezinên xwe fêrî vî karî bûye û heya niha qet neçûye nexweşxaneyê.
Şêniyên gundê Xarik a girêdayî navçeya Qislê ya Dersimê dijîn, ji nebatên di baxçeyên xwe de diçînin derman û merheman çêdikin. Şêniyên gund ên ku bi derman û merhemên çêdikin, nexweşan baş dikin û birînan sax dikin, bi nav û dengin. Gundî, ji hilberînên gul, çîçek, fêkî, tov, qorat, pelçim, kok, qaşil û xweliyê nexweşî û birînan baş dikin, dermanên cur bi cur çêdikin. Ev derman her tim, bi fikir û raman, bi ked û pêşengtiya jinan tên çêkirin.
SERDANA MORESOR
Di heman demê de li gund kevirê Moresor heye û tê bawer kirin ku ev kevir cihê şîfayê ye. Ji ber vê ev der hertim tê ziyaretkirin. Tê, diyarkirin ku li ser kevirê ziyaretê şopên sê maran hene. Ji vê cihî re wiha tê gotin: “Ji cihê moresor lêxistiye av û kevirên kun derketine. Ev kevir bi stûyê zarokan ve tê kirin. Ava û axa vê derê dermane. Mirov axa wê dikin nava destmalekê û li cihên mirovan ên diêşin ve didin. Ev ax îltîbaha birînan dikişîne, welidandinê rehet dike, birînan baş dike û destan dike pembû.
‘EZ QET NEÇÛME NEXWEŞXANEYÊ’
Di salên derbasbûyî de, ji gelek welat û bajaran kes dihatin û gund ziyaret dikirin, lê di salên dawî de serdanên gund pir kêm bûne. Li gund, niha hêjmara jinên nebatan nas dikin jî kêm bûye. Jina 70 salî Zeynep Gul a li gund hatiye dinê û hertim li gund jiyaye, derbarê hemû nebatan, axa bi şîfa û serdana Moresor de ji me re axivî. Gul, diyar kir ku qet neçûye nexweşxaneyê û wiha axivî: “Ez bi xwe nexweşiyên xwe derman dikim. Serê sibe dema ez şiyar dibim, ewil ez destê xwe bi axê ve tînim. Ev dest dayîna min sembola bereketêye. Di heman demê de em bi tûyan kunêran derman dikin. Em tûyan dixin avê û dûre bi cihê kunêran ve tînin. Di rûyê kûrê min de kunêr derketibû. Ji min re gotin bibe nexweşxaneyê. Ez jî li dijî wan derketim. Bi tûyan kurê xwe tedawî kir. Niha şopa wê jî li ser rûyê wî nemaye.”
NEBATÊN NEXWEŞIYAN BAŞ DIKIN
Gul, anî ziman ku ew şikestinên bedena mirovan bi gîhayê ververoz tedawî dikin û wiha got: “Em vî gîhayî ewil dikelînin, dûre bi zerika hêkê, sabûn û ar tevlîhev dikin. Pişt re jî li cihê şikestin û xwîna kom bûye didin. Em her tim kontrol dikin. Di heman demê de gîhayê ververoz ji bo êşa piştê jî başe. Dîsa ji bo enfeksiyon, nexweşiyên jinan, bîrovê jî başe. Ji bo nexweşiyên hûndirin û penceşêrê jî, şîlan pir başe. Bila mirov bikelînin û vexwin. Dîsa em xweliyê bi hinek nebatan tevlîhev dikin û dikin merhem. Ev jî ji bo birinin pir başe.”
‘HER KES BIJÎŞKÊ MALA XWE YE’
Gul, dest nîşan kir ku ji mezinên xwe fêrî vî karî bûye û wiha got: “Niha hejmara kesên van rêbazên dermankirinê dizanîn kêm bûne. Êdî hatiye ji bîr kirin. Mirov ji bo nexweşiyek biçûk jî diçin nexweşxaneyan. Divê wisan nebe. Berê her kes bijîşkê mala xwe bû. Lê mixabin me ev kar nîşanî zarokên xwe nekir. Me tu carî destê xwe ji axê ne dikişand. Ez niha xemgîniya vê yekê dijîm. Gundê me dermane. Li vî gundî kerametek cuda heye. Di heman demê de ziyaret, germav, gola zîrûyan û kaniya ji bo nexweşiyan derman hene. Niha germav û gola me ya zîrûyan girtiye. Germava me ji ber ocaxa mermeran hat girtin. Ez hêvî dikim ku cardin bê vekirin. Gelek kes dihatin ziyaretê. Yên ku destên xwe bi tilsima ziyaretê ve tînin baş dibin.”
MA / Ayşe Surme