Bi online şeva hineyê kirin, lê polîsan bi ser malê de girtin

Li bajarê Stenbolê Pinar Gurkan a 35 sakê û Mutlu Toksoz ê 38 salê ji ber metirsîya belavbûna vîrusa koronayê li ser înternetê şeva hineya xwe saz kirin, lê dîsa jî polîsan bi ser malê de girtin.

Navenda Nûçeyan - Pinar Gurkan û Mutlu Toksoz li ser înternetê şahîya şeva hineya xwe saz kirin û nêzîkî 37 mirov û hevalên wan bi awayeke online beşdarî şahîya hineya bûn.

Di şahîya hineya dê Pinar Gurkan cilên sor lixwe kirin û beşdarîyan jî mûm pêxistin û stranên şahîyê strandin.

Direngîya şevê Mutlu Toksoz çû mala sozdarîya xwe  Pinar Gurkan. Piştî ku Mutlu Toksoz diçe mala sozdarîya xwe, polîs jî li ser saloxîya şahîya bi komî, bi ser malê de digirin, lê piştî ji rewşê agahdar dibin vedigerin.

Rudaw

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e