Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mele Mistefa Barzanîyê nemir bi mebesta bibîranîna 38emîn salvegera wefata wî bibîr anî.
Îro,1ê Adarê 38emîn salvegera wefata Mela Mistefa Barzanî ye. Barzanî di 14.03.1903an de ji dayikbûye û di roja 01.03.1979an koça dawî kiriye.
Bi helkefta salvegera Mela Mistefa Barzanî, PAKê daxuyaniyek da û ragihand ku yekgirtina hemû kes û alîyên netewî, Kurdistanî, bi hildana ala Kurdistanê, bi xwedîlêderketina destkeftîyên her çar perçeyên Kurdistanê dê ruhê Mele Mistefa Barzanî yê nemir şad bibe.
Di daxuyaniya PAKê de wiha hat gotin:
“Bi serxwebûna Başûrê Kurdistanê, bi azadiya hemû perçeyên Kurdistanê dê rûhê Mele Mistafa Barzanî yê nemir şad bibe.
Em di 38emîn salvegera koça dawîn a wî de, rêberê gelê Kurdistanê Mele Mustafa Barzanî yê nemir bi giramî bibîr tînin.”