Li Almanyayê grûbeke navdar, siyasetvan,bijîşk û mafparêz bi tawana sûcên şerî yên li himberî gelê kurd, gilêyê serokkomarê tirk Recep Tayyip Erdoganî û hin birêveberên tirk dikin.
Li gorî agahiyên parêzerên grûbê wê gliî li ba serdozgeriya federal ya Karlsruheê bê kirin û li gel serokkomar Erdogan, giliyê serokwezîrê kevn Ahmet Davutoglu û wezîrê karê hundir yê kevn Efkan Ala jî tê kirin. Di gilînameya ku dê îro bighêje Dozgeriya Federal, kiryarên Cizîrê bi belgeyan tê berbiçavkirin. Glîname ji 200 rûpelê pêk tê.