Bi xêr hatî ala rengîn û hişmendiya neteweyî

.

Hemdusena Demirel

Her miletekî sembola wî heye, yanî ala wî heye. Li gor taybetî û nirxên wî milet û welatî, al tê dîzayn kirin û di hemî qadan de temsîliyeta wî milet û welatî dike. Di qada şerî de, di qada navneteweyî de, di serhildan û xwepêşandanan de, di rojên taybet û cejnên neteweyî de bi serbilindî û serfirazî tê liba kirin.

Çawa ku di cejnên neteweyî û rojên taybet de bi kêf, bi şahî û bi coşek bê hempa tê liba kirin û bikaranîn, her wiha li dijî êrîş, neheqî û tehdîdên li ser welat û miletê wî jî tê kirin, bi ala xwe helwestek niştimanî nîşan dide. Belê miletê Kurd di Newroza 2025an de, li her çar perçeyên Kurdistanê û li Awropayê bi taybetî li Kolnê qadên Newrozê, bi ala rengîn dagirtin û bi hemî cîhanê dane zanîn ku, Kurd yek miletin û bi kuştin, bi jenosîd û kîmyabaranê ji holê nayên hilanîn û bi paradîgma û taktîkan nayên xapandin.

Cihê şermê bû ku, di cejna netewa Kurd de, di Newrozê de flamayên partî, rêxistin, tevger û serokên çepê Tirka û nîşanên çepîtî û îdeolojiyên ku ji xeynî zirarê tu tiştek negihandîye doza serxwebûna Kurdistanê, dihate hildan. Cejna netewa Kurd Newroz dibû qada xwe nîşadan a tevger û rêxistinên cûrbecûr. Li ser Newrozê her alîyekî propaganda xwe dikir û Newroz ji ruhê xwe yê niştimanî, ji vejîn, nûbûn û serhildanê dûr diket.

Lê pîrozkirin a Newrozê li qada Şêx Seîd ku ji alîyê PWK, PSK, HAK-PAR û PDK-BAKUR ve hat organîze kirin û pîrozkirin, Newroza li Bazîdê li ser gora Ahmedê Xanî ku ji alîyê PCSê ve hate organîzekirin û Newroza Kolnê ku ji alîyê diyasporayê hat organîzekirin, li gor ruhê Newrozê û nirxên Kurdî bû. Hejmareke mezin û berbiçav a alaya rengîn, di Newroza Amedê û li tevaya Bakurê Kurdistanê xuya kir û bi şewqa roja xwe, hemû nîşaneyên îdeolojîyên ku zîyanê dida doza niştimanî bêdeng kir. Ji ber wê gelek bal kişand û bû cihê dilêşîya dagirkeran.

Heta dagirkerek bê hed, ku serokê şaredariya bajarê mezin a Ankerê Mansur Yavaş e, ku ziman dirêjî ya alaya rengîn kir û got "paçavra". Heqaret a Mansur Yavaş ya dijî ala neteweyî, nîşana hişmendiya dewleta dagirker e ku ev sed sal e bi heman aqlî, bi tune hesibandin, heqaret û bi zimanê tehdîdê dixwaze statûkoya xwe ya heyî biparêze û dagirkirina Kurdistanê berdewam bike. Lê ewê bi ser nekeve û ewê têk biçe. Hildana ala neteweyî û geşbûna hişmendiya neteweyî nîşana vejîna miletê Kurd e. Di Newroza 2025an de ala rengîn bi ser ket û îdeolojî û flamayên ku zirar û ziyan dida doza niştimanî têk çûn. Bi xêr hatî ala rengîn û hişmendîya neteweyî.

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWK ê Li Amedê Bi Minasebeta Cejna Remezanê Seredana PSKyê Kir
Heyeta PWK ê Li Amedê Bi Minasebeta Cejna Remezanê Seredana HAK-PAR ê Kir
Tommy Bruce: Herêma Kurdistanê hevpeymanekî girîng ê Amerîkayê ye
Polonya bi 2 milyar dolarî sîstema Patriotan ji DYAyê dikire
Piştî ENKSê TEV-DEMê jî hikûmeta nû ya Sûriyê red kir: Wekî rejîma Baas e