Di 2014 û 2015 an de fersendên mezin ketin destê kurdan ku Axa rojavayê Kurdistan bikin yek. Bingehek avakirina ênîyek netewî hebû û danûsten jî di vî esasî de dimeşîyan. Mixabin siyaseta PKK û têkilîyên wê bi BAAS'a Sûrîye û îran-Rusîya re, rê nedan vê projeyê ku ênîyek kurdistanî ava bibe.
PKK û PYD; berî ku Tirkîye têkeve herêmê û Efrîn têkeve bin dorpêçê, bixwestana, dikarîbûn heta Efrîn axa Başûrê Rojavayê Kurdistan bi ser hev de girêbidin û herêma Kurdistan seranser rizgar bikin. Mixabin nekirin. Sebeba vê ne ku şert û şûtên herêmê ew rê nedida wan, an jî quweta wan tune bû. Ji ber têkilîyên PKK bi Rusya û Sûrîye, Îran re, rê nedida ku vê gava Kurdistanî bavêjin. Armanc pêşîlêgirtina Kurdistanek serbixwe bû.
Di vê demê de du tercîh derketin ber PYD:
Ya wê bi Hemû hêzên Kurd û Kurdistanî re, di bin ênîyek hevpar de xwe birêkûpêk bike û artêşek hevpar milî ava bikin. Di astek netewî û programek siyasî de xaka Başûrê Rojavayê Kurdistan biparêzin. An jî PYD bi ideolojîya totalîter wê tevbigere û kurdan ji şerê netewî dûr bixe. Ji hemû hêzên Kurd yên muhalefeta xwe re siyaset û tevdegerînek hevpar qedexe bike. Li ser îdeolojîya „biratîya gelan" bi ereban re tevbigere. Herêmên didest de û enerjîya kurdan ji bona parastina yekgirtîya xaka dewleta Sûrîye bikar bîne. Ji vê stratejîyê re jî hêzek totalîter û yekalî lazim bû ku rehet bikaribe bigihêje armancên xwe.
Redkirina ênîyek Kurdistanî û avakirina HDS (Hêzên Demokratîk yên Sûrîye) di vê demê de derket holê. Piştî ku „avakirina ênîyek Kurd û netewî" red kir, Emerîka pêşniyara „avakirina hêzek nû" ji PYD re anî. Ev armanca PYD a Emerîka; di stratejîya parastina Sûrîyek yekgitî û daxwazên Sûrîye, îran, Rusya û Tirkîye di warê „parastina yekitîya xaka Sûrîye" de hevûdû temam dikirin. Hêza PYD a çekdar bi navê YPG gav bigav berbi hêza wekaleta şerê navxwe yê Sûrîyê ve çû.
Bi destpêkirina êrîşên DAÎŞ re; bi hezaran keç û xortên Kurdan ji bona rizgarkirina Raqa, Menbiç, İdlib, Helebê xwîna xwe rijandin. Piranîyên van deveran yek bi yek teslîmî Artêşa Sûrîye bûn û dibin.
Îro Efrîn jî; piştî dorpêça Efrîn, êrîşên dewleta tirk û hilweşandina herêmê teslîmî leşkerên Sûrîye û milîsên Îran dibe. nerazîbûna gelê Kurd yê li Efrînê, berxwedana vî gelî tenê pergalek ji propaganda armancên partîzanîye. Ji serî de yên ku xwestine xaka xwe ji êrîşên dagirkeran biparêzin, gelê Kurd yên Efrîn bi xwe ye. PYD ji hêlekê de xwe amade dikir ku herêmê teslîmî Sûrîye bike û ji hêla din de jî li henber êrîş û dagirkerîya tirkan liberxwe dida. Hêvîya PYD ew bû ku roj berî roj hêzên Sûrîye werin û „parastina herêmê"(!) bigirin ser xwe.
Dan û stendin û têkilîyên di navbera Sûrîye û PKK de xwedî dîrokek Kûr û dirêje. PKK di dîroka xwe de ti caran ev beşê Kurdistan; wek beşek dagirkirî ya xaka Kurdistan nedîtîye. Wek „kurdên li Sûrîye" binav kirîye û li ser vê bingehê parastina xaka Sûrîye gavek stratejîk dîtîye û di nav vê stratejîyê de cîh girtîye.
PYD jî li angora vê stratejîya PKK hatîye avakirin.
Li angora vê stratejîyê; Pêşî Efrîn kirin herêmek îzolekirî. Ji axa Kurdistan hat tecrît kirin û ket qefesê. Tenê jê re derîyek vekirî hiştin. Ew jî derîyê Tirkîye bû. Ji ber ku ji hêla Helebê de pêşî lêhatibû girtin. Rojhilatê Firat jê re qedexe bû, mahkûmî îzolasyonê bû. Tirkîye li ser Efrîn dest bi tehdîdan kir. Bi top û hawanan bombebaran kir. Herêm serûbin bû. Ev neçarî ji PYD re meşrû kir ku gazî hêzên dewleta Sûrîye bike. Hin „destana berxwedanê" ji PKK re derxe holê û hin Efrîn jî wek hemû Rojavayê Firat teslîmî dagirkeran bike(!) Nîvê Rojavayê Firat di destê Tirkan de, nîvê din jî di destê Sûrîye de. Başe xwîna keç û xortên kurdan ji bona çi dirije? Çima li henber êrîşa „kalkanê Firat"ê YPG bêdeng ma?
Partnerê PKK li Başûrê rojavayê Kurdistan dewleta Sûrîye bi xwe ye. Stratejî, parastina yekitîya Sûriye bi xwe ye. Di parastina yekitîya vê dewletê de Kurd û Kurdistan tine ye.
Hinek dost dikarin îtîraz bikin û bêjin „YPG destanên berxwedanê dinivîse"(!)
Raste; YPG Raqa û İdlib, Menbiç rizgar kir. Bi dehhezaran keç û xortên kurdan bûn cangorî. Pir taxên Helebê bûn gora şervanên Kurd. Efrîn jî yek ji van deveran e. Niha rewşa van deveran çi ye û di destê kê de ye?
Kurd şer dikin, xwînê dirijînin û ev axa ku bi destê keç û xortên Kurdan tên rizgarkirin, teslîmî hinekî din dibe. Çawa wîcdanê we dipejirîne ku xort û keçên kurdan ne ji bona Kurd û Kurdistan, ji şerê wekaletê re bibin qurban? Wek milîsên dewleta Sûrî, ji bona parastina yekgitîya xaka dewleta Sûrîye şer bikin?
Sûrîye dewletek perçekirîye. Ti erênîya hebûna vê dewletê nemaye. Ti rastîya „parastina yekitîya xaka Sîrîye" nemaye. Ti meşrûbûna dewleta Sûrîye jî nemaye. Sûrîye, berbi dewletek federal ve gav bi gav diçe.
Di avakirina dewletek federal a Sûrîye de; armancek jê ewe ku Kurd, bi navê Kurdistan nebin xwedî herêmek serbixwe an otonom. Sêrê vê stratejîyê Rusîya, Îran, Tirkîye û Sûrîye dikişîne. Dixwazin Kurd, wek „beşek ji kurdên Sûrîye, di nav programek redkirina Kurd û Kurdistan de cîh bigirin."(!) PKK ev stratejî bi PYD ve jî daye pejirandin û armanca PKK li Başûrê Rojavayê Kurdistan li gor peymana di navbera PKK û Îstîhbarata Sûrîye de dimeşe. Endamê rêveberîya KCK Mustefa Karasu bi zimanekî pir rehet bê ku şermbike dibêje; „berxwedana 34 rojan kir ku leşkerên Sûrîye derbasî efrîn bibin"(!) Li henber dagirkerekî şer û berxwedan, bi hatina artêşa dagirkerê din re bi kurdan wek rûmet û şêrîn dide pejirandin. Ev di eslê xwe de parastina stratejîya ku KCK û rêveberên wê dinav de bi Sûrîye re cîh girtine meşrû dike.
Gelê Kurd li Efrîn, bi şaxên zeytûnan ve hênbêzkirî berxwedanek lidar xist. Rêveberên vî gelê Efrîn bi peymanên lipişt perdê û danûstendinên veşartî, Efrîn û berxwedana Efrîn teslîmî dakeran kir. Efrîn ne xaka Sûrîye û ne jî xaka Tirkîye ye. Efrîn Kurd e û xaka Kurdistan e. Lîstikên li ser efrîn beşek ji lîstikên li henber seranserê Kurdistan e. Pêşîlêgirtina îhtîmala avakirina dewletek Kurd û Kurdistanî ye. Siyaseta ku vê rastîyê nebîne nikare di nav alozîyên Rojhilata Naverast de berjewendîyên Kurd û Kurdistan biparêze.
23.02.2018